'Guh bidin dengê gel ku ji qadên Newrozê bilind bû' 2022-03-27 09:03:38 WAN - Hevserokê HDP'a Wanê Fîkret Dogan, diyar kir ku divê dengê li qadên Newrozê bilind bû bê guhdarkirin. Hevserokê BDP'a Wanê Çetîn Ûyar hî ev tişt got: "Heke pirsgirêk bên paşguhkirin wê gel hê bêtir li Ocalan xwedî derkeve û dakeve qadê. "   Îsal bi milyonan kes li dora agirê Newrozê ku bi şîara "Dem dema serkeftinê ye" hat pêxistin hatin gelhev. Yek ji navendên ku Newrozê li girseyî hat pîrozkirin Wan bû. Rexmî ku berf û baran dibariya û hewa gelek sar bû jî bi sed hezaran kes tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn. Pîrozbahiya li Wanê yek ji pîrozbahiyên bi çoş ên salên dawîn bû.  Hevserokê HDP'a Wanê Fîkret Dogan û Hevserokê BDP'a Wanê Çetîn Ûyar, derbarê Newrozê de axivîn û nirxandinan kirin.    'KEDA HERÎ MEZIN A GELÊ ME YE'   Hevserok Fîkret Dogan, diyar kir ku rexmî hemû astengiyên bêhiqûqî yên dewletê û şertê ne baş ên hewayî jî xebatên xwe yên Newrozê bênavber domandine û wiha got: "Pîrozbahiyên li Wanê jî mîna pîrozbahiyên li bajarên din bi coş derbas bûn. Keda mezin jî keda gelê me bû. Ji damezrandina Tirkiyeyê ve zext li kurdan tê kirin. Gelê kurd bi Newroz bersiv daye van zextan û nîşan daye ku van zextan qebûl nake. Dewlet her êrişî kurdan kiriye. Lê bi ser neketiye."   'WÊ TU HÊZ NIKARIBE TÊKOŞÎNÊ ASTENG BIKE'   Di berdewamê de Dogan, destnîşan kir ku di nav 50 sal in her partiyên ku di pêvajoya şer de hatine desthilatê di mijara çareserkirina Pirsgirêka Kurd jidil tevnegeriyane û ev tişt anî ziman: "Her desthilat zextê li gelê kurd kiriye. Gelê me gavek jî paşde neavêtiye. Gelê kurd di nav demê de ket ferqa her tiştî. Weke civak êdî kurd di ferqa pêşeroj, têkoşîn û destkeftiyên xwe de ne. Di pîrozbahiyên Newrozê de me vê bi awayekî zelal dît. Lewre em dîbînin ku êdî pêkanînên nehiqûqî qebûl nake. Kurd ji bo ku li vî welatî aştî serwer be têkoşîn didin. Êdî tu hêz nikare têkoşîna kurdan asteng bike. Divê êdî dewlet daxwazên kurdan bibîne û jê ders derbixe. Ji bo ku li vî welatî aştî pêk bê û pirsgirêkên di her qadê de çareser bibin divê dengê gelê kurd bê bihîstin."   'GEL BIDAWÎKIRINA TECRÎDÊ DIXWAZE'   Hevserok Çetîn Ûyar jî da zanîn ku li qadên Newrozê gelê kurd peyamên xwe bi awayekî zelal daye û ev tişt got: "Hemû dinyayê helwesta gelê me ya Newroza 2022'yan dît. Peyamên gel zelal bûn. Li qadê daxwaza rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan, bidawîkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û pêkhatina yekitiya neteweyî hat kirin. Newroza îsal ne tenê ji bo kurdan ji bo bindestan, kesên cihêkarî li wan tê kirin û kesên ku daxwaza edaletê dikin bû hêvî. Mirovan ev tişt got; em ê li dijî kesên ku me dikujîn têbikoşin. Herî zêde jî peyam dan Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû. Gel got; em li HDP'ê xwedî derdikevin û têkoşîna xwe mezin bikin."   'HEKE TECRÎD RANEBE WÊ GEL DAKEVE KOLANAN'   Ûyar, bi lêv kir kurd nêzî azadiyê ne û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Îro tecrîd li ser vîna bi milyonan Ocalan tê pêkanîn. Êdî gelê kurd polîtîkayên şerê taybet ê dewletê qebûl nake. Heke tecrîd neyê rakirin her ku biçe wê pirsgirêkên li welat kûrtir bibin. Divê êdî dewlet perspektîda çareseriya demokratîk ku Ocalan ji bo Pirsgirêka Kurd daniye holê qebûl bike. Heke qebûl neke wê dawiyê li welat bîne. Heke pirsgirêk bê paşguhkirin; wê gel li Ocalan xwedî derkeve û dakeve kolanan. Heke dewlet naxwazê vê rewşê bijî; divê demildest serî li çareseriyê bide."   MA / Hakan Yalçin