'Em ê destûr nedin ku nebaşî bibe ji rêze' 2022-03-27 09:17:25 ÎZMÎR - Endama Platforma ji Girtiyên Nexweş û Aysel Tûglûk re Azadî Zehra Fîdan, diyar kir ku li Tirkiyeyê binpêkirinên mafan bûne ji rêzê û got ku wê destûr nedin ku neşbaşî bibe tiştekî ji rêzê û dê vê pergalê biguherînin.  Siyasetmedara kurd Aysel Tûglûk ji sala 2016'an ve li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê girtî ye. Tûglûk demeke dirêj e nexweş e û rexmî ku nexweşxaneyê rapora "nikare li girtîgehê bimîne" dayê jî ji ber rapora Saziya Tipa Edlî ya "berpirsyariya wê ya ceza heye" nayê berdan. Ji bo berdana Tûglûk heta niha li qada neteweyî û navneteweyî gelek çalakî hatine lidarxistin, lê ji bo berdana wê daraza Tirkiyeyê tu gav navêje.      'WÊ PERGAL BIGUHERE'   Platforma ji Girtiyên Nexweş û Aysel Tûglûk re Azadî ku di 9'ê sibatê de li Îzmîrê hat avakirin, berdana Tûglûk xwest. Platformê heta niha ji bo berdana Tûglûk bi hezaran îmze kom kirine. Endama Platformê Zehra Fîdan derbarê xebatên wan de axivî û agahî dan. Fîdan, da zanîn ku sed sal dîroka Tirkiyeyê bi binpêkirinên mafan dagirtiye û sînor ji zilma ku li mirovên "azad" û girtî tê kirin re tuneye û wiha got: "Kesên xwedî zenebûna welatîbûnê ne wê vê pergalê biguherînin. Li Tirkiyeyê serweriya hiqûqê tuneye. Rewşa girtiyên nexweş tenê beşeke vê bêhiqûqiyê ye. Mîna ku Arîstoteles jî gotiye mirov hebûneke polîtîk e. Çawa ku xwe bi pêş dixe hêza wî ya guhertina civaka têde dijî jî heye. Em bi vê bîr û baweriyê dixebitin. Wê girtîgeh jî bêhiqûqiyên ku li civatê tên kirin jî biguherin."   DESTNÎŞANKIRINA TÊKOŞÎNA BIREXISTINKIRÎ   Fîdan, destnîşan kir ku ji bo berdana Aysel Tûglûk platform ava kirine û ev tişt anî ziman: "Ji ber ku Aysel Tûglûk ji aliyê civaka Tirkiyeyê ve tê nasîn me vî navî lê kiriye. Lê bi sedan girtiyên nexweş hene. Her roj girtîgehan darbest derdikevin û dewlet vê girîng nabîne. Diviya ku em ji vê re bûna çare. Bi çalakiyên xwe em dixwazin nîşan bidin ku mirov çê bêçaretî û ezab dikişînin. Me bi hezaran îmze kom kirine. Sînorek ji kampanya me re tuneye. Armanca me ragihandin pirsgirêka jiyanê ya ji dinyayê re ye. Îmzeyên ku me kom kirine em ê ji Wezareta Edaletê re bişînin. Em ê vê xebatê bikin çavê wan. Em ê hewl bidin ku bi Aysel Tûglûk û rêveberiya girtîgehê re hevdîtin bikin."   'EM Ê HÎN NEBIN'   Di dawiy axaftina xwe de Fîdan, bi lêv kir ku mirov bi qasî xwe ji dinyayê jî berpirsyar e û ev tişt gotin: "Êdî taybetmendiyên mirov û mirovahiyê winda bûne û nebaşî bûye ji rêzê. Em di civakeke wiha de dijîn. Em ê hînê vê nebin. Em ê civakeke demokratîk ku başî lê bibe ji rêzê, mirov ji hev hez bikin û hev qebûl bikin ava bikin. Niha desthilata zalîm jî di nav de pêwistiya herkesî bi vê heye."