Rexmî biryara AYM'ê jî lêpirsîna "polisên îşkencekar" hat girtin 2022-03-27 09:17:47 RIHA - Serlêdana 3 parêzeran a ji bo îşkenceyêa ku di Newroza sala 2012'an de hatibû kirin rexmî biryara AYM'ê jî ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ve nehat qebûlkirin. Dozgeriyê, bi hinceta "demboriyê" biryara neşopandinê da. Di doza ku polisan li parêzeran vekiribû de jî dê sibê biryar bê dayîn.  Di sala 2012'an de polisan êrişî pîrozbahiya Newroza Rihayê kiribû û mehmeleya nebaş li beşdarên Newrozê kiribûn. Parêzerên bi navê Hîdayet Enmek, Eyup Sabrî Tînaş û Mehmet Emîn Ûygûner ku Baroya Rihayê wan peydirwar kiribû dema ku xwestibûn vê mehmeleya xerab a polisan asteng bikin, polisan êrişî wan kiribû. Polisan destê parêzeran bi pişt ve kelemçe kiribûn û di maşîneya xwe de gaza îsotê berî serçavê wan dabûn. Parêzeran piştre li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê giliya polisan kiribû û serdozgeriyê serlêdana parêzeran red kiribû.    PIŞTÎ SALAN ENCAM RAGIHAND   Piştî ku serlêdana wan a dozgeriyê hatibû redkirin parêzeran serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabûn. AYM'ê serlêdana parêzeran qebûl kiribû û di 21'ê nîsana 2016'an de nirxandibû. AYM'ê biryar dabû ku polisan qedexeya îşkence, eziyet û mehmeleya ne li gorî heysiyeta mirovan bin pê kiriye û xwestibû ku encamên binpêkirinê ji holê bên rakirin. AYM'ê biryara xwe ji Serdozgeriya Komarê ya Rihayê re jî şandibû.    Piştî biryara AYM'ê, dozgeriyê encama lêpirsîna ku ji sala 2016'an ve didome ji parezeran re ragihand. Dozgeriyê, vê carê jî derbarê sûcê polisan de bi hinceta demboriyê biryara neşopandinê daye. Dozgeriyê, derbarê dîmenên mehmeleya xerab a di maşîneya polisan de û nexweşxaneyê de jî qinyat aniye ku "dîmenên wê kêliyê tunene" û angaşt kiriye ku delîlenan tespît nekiriye û dosyayê girtiye.     JI PARÊZERAN RE DAXWAZA CEZA    Li aliyê din di çarçoveya heman bûyerê de danişîna biryarê ya doza ku piştî giliya polisan bi angaşta "heqareta li karmendên dewletê" û "astengkirina peywirê" li parêzeran hatibû vekirin jî dê sibê li 4'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Rihayê bê dîtin.    WÊ DÎSA BIBIN AYM'Ê   Ji parêzerên parêzeran Alî Arslan, derbarê danişîna ku bê dîtin û biryara neşopandinê de axivî û ev tişt got: "Piştî 6 salan dozgeriyê qinyat aniye ku çalakiya mijara gotinê ne îşkence ye. Bi hinceta demboriyê biryara neşopandinê da. Em li benda biryareke wiha bûn. Diyar bû ku wiha bibe. Em ê li dijî vê biryarê careke din serî li AYM'ê bidin. Di danişa beriya niha ya doza ku li parêzeran hatiye vekirin de dozgeriyê mutalaaya xwe da û ji parezeran re ceza xwest. Dive xwedî li vê dosyayê bê derketin. Di dosyayê de dadgeh qet bi peşve neçûye. Wê bi girteka ku polisan girtiye ceza li parêzeran bê birîn.    BANGA DANIŞÎNA PARÊZERAN   Arslan, ji bo danişîna doza ku li parêzeran hatiye vekirin jî ev bang kir: "Roja duşemê em hemû hempîşeyên xwe û herkesên ku di mijara îşkenceyê de xwedîhestiyar in vedixwînin şopandina danişînê û xwedîderketina li parêzeran."   MA / Mujdat Can