Xizmên malbata Dedeogûllari: Em mafê xwe dixwazin 2022-03-27 09:18:19 KONYA - Xizmên malbata Dedeogûllari ku li Konyayê di encama êrişeke nîjadperest hatin kuştin, diyar kirin ku diwazin edalet cihê xwe bibîne û ev tişt gotin: "Em mafê xwe dixwazin." Di 30'ê tîrmeha 2021'an de kujerê bi navê Mehmet Altûn li navçeya Meramê ya Konyayê li dijî malbata Dedeogûllari êrişeke nîjadperest pêk anî. Xizmên malbata Dedeogûllari, ragihandin ku heke di danişîna ku di navbera 19-20'ê nîsanê de bê dîtin de têkiliyên komkujiyê dernekevin holê, darizandineke adîlane çênebe û bêhiqûqî bi dawî ne wê desst bi Nobeda Edaletê bikin. Ji malbata Dedeogûllari Erol Şan, Harûn Rifatoglû, Cengîz Rifatoglû û Rifat Rifatoglû daxwazên xwe yên edaletê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) vegotin.      'KÊ PIŞTGIRÎ DA KUJER?'   Erol Şan, diyar kir ku 7 meh in êş dikişînin û her dema ku diçin mala êriş lê pêk hatiye êşa wan nû dibe û wiha got: "Rayedarên dewletê tevlî merasîma cenaze bûn û piştre ne ji hikûmetê ne jî ji muxalefetê kes nehat. Pêvajoya dadgehê didome lê encama ku em dixwazin hê derneketiye holê. Kujer 75 rojan ketiye qampê. Li bajarên cuda li otelên biha maye. Kê vî pereyî razandiye û jê re bûne piştgir?"    'EM ÇIMA NEHATIN PARASTIN?'   Harûn Rifatoglû, diyar kir ku êrişeke plankirî li malbata Dedeogûllari hatiye kirin û ev tişt got: "Kesên ku komkujî pêk anîne, kujeran gerandine, xwarin dane xwarin û vexwerin dane vexwerin. Hinek jî pere danê. Gotin, 'em ê ewlehiya te bigirin, here bi hêsanî bikuje'. Polis piştî ku komkujî pêk aniye li navenda polisa geriyaye û gotiye, 'Ez ê li Saraçoglû pênç kesên din jî bikujim'. Piştî ku vê bihîst emniyet çima li me negeriya? Kujer planeke wiha kiriye, negotin em ewlehiya we bgirin. Piştre çend rojan kujer li 155'ê geriyaye û bi emniyetê re 35 deqeyan axiviye. Kesê axiviye polis bûye, rayedar bûye? Çima dernakeve holê, li pişta wî kê heye?"   'EM Ê DEST BI NEBATA EDALETÊ BIKIN'   Di berdewamê de Rifatoglû, da zanîn ku bultenên tenê deqeyeke dîmenên qeyda komkujiye belav kirine bûn sedem ku bê fêmkirin kujer xwe parastiye û ev tişt anî ziman: "Ji cihekî ferman hat. Gotin, 'ev ne bes e'. Kujeran hemûyan li cihekî kom kiriye û gule li wan reşandiye. Weke ku ev ne bes be gule berî piyê seyê girêdayî jî daye. Heke li dadgehê edalet cihê xwe nebîne em ê bi malbatê dest bi Nobeda Edaletê bikin."   'YA SIRGÛN AN EDALET'   Kekê Yaşar Dedeogûllari Cengîz Rifatoglû, destnîşan kir ku li pişt malê jî qamera hene û dîmenên van qamerayan nîşanî malbatê nedane û wiha axivî: "Ji her aliyê malê kesên ku ji bo êrişî hatine hene. Lê tenê dîmenên qamerayekê dan me. Li dadgehê ji ber ku min got, 'edaletê dixwazim' devê min girtin û min derxistin derve. Edalet ji bo wan e ne ji boı me ye. We çima edliye ava kiriye? Ji bo parastina mafê mirovan lê em ditirsin ku ji derê wê bikevin hundir. Edalet dibêje, 'Ev kurd in, mirina 7 kesan ne girîng e. Kezeba me şewitî, dema em her cara ku tên vê malê parçe parçe dibin. An wê me ji Konyayê sirgûn bikin an ji wê edalet cihê xwe bibîne. Çareya wê tuneye."   'KOMKUJÎ LI KURDAN TÊN KIRIN'   Di berdewamê de Reifatoglû, bi lêv kit ku komkujî li kurdan tên kirin û kujerên komkujiyên li kurdan nayê dîtin û ev tişt anî ziman: "Em di televîzyonê de dibînin, mirovê serçavê wî girtî di 4 saeetan de dibînin. Lê hê wesaîta di rê de derbas dibe nedîtine. Kesên şer kirine 15 kes in, kesên li ber derî li hev kom bûne60 kes in lê 15 kes girtî ne. Dibêjin, '2 kes bigirin ser xwe' û kesên din ber didin. Ji wan re dibêjin, 'Ev kurd in, biçin komkujiyê bikin'. Em vê wiha fêm dikin. Em kurd in, bi tenê ne, li pişt me kes tuneye. Xwedê min kurd çêkiriye. Em nikarin înkar bikin. Mafê xwe dixwazin."   'BILA BERPIRSYAR BÊN DARIZANDIN'   Bave Yaşar Dedeogûllari Rifat Rifatoglû jî xwest ku komkujiya hatiye kirin bê lêpirsînkirin û li pêş edaletê hesab bê dayîn û wiha got: "Em ji dadgehê dixwazin vê bûyerê lêkolîn bike. Heq çi be em dixwazin bila wê bikin. Em dixwazin edalet cihê xwe bibîne. Di vê bûyerê de çi bû, kê kir bila bê dîtin û darizandin. Tiştek ji destê me nayê, êşa me nakeve. Heta ku ez bijîm ew ê ev bûyer ji hişê min dernekev."   MA / Delal Akyuz - Emel Vûral