Rêya mezrayê 10 roj in girtî ye 2022-03-27 10:17:38   ERZIROM - Niştecihên mezraya Tahtiravan a Qereyaziyê ku 10 roj in rêya wan girtî ye, diyar kirin ku ji ber deng nedane AKP'ê rêya wan nayê vekirin.      Li navçeya Qereyaziyê ya Erziromê, rêya mezraya Tahtiravan a gundê Yucelî 10 roj in ji ber berfê girtî ye. Gund bi qasî 8 kîlometreyan dûrî navenda Qereyaziyê ye û ji ber ku rê girtî ye niştecihên gund gelek zehmetî dikişînin û nikarin pêwistiyên xwe dabîn bikin. Niştecihên gund ku sewalkariyê dikin ji ber barîna berfê êm ê sewalên xwe ji 2 kîlometreyan dûr bi milan tînin.      'JI BER ME DENG NEDA...'   Ji niştecihên gund Cemîl Yavûz, diyar kir ku di hilbijartina herêmî ya beriya niha de ji ber ku deng nedane AKP'ê rêyên wan nayên vekirin û wiha got: "Nêzî 10 rojan e rêyên gundê me girtî ne. Rêyên hemû gundên cîran vekirine lê ya me venekirine. Ji ber ku em deng nadin wan vê ji me re rewa dîbinin. Beriya du rojan kemçe ji bo vekirina rê hat gund lê piştî telefona ku ji Qaymeqamiyê jê re hat bêyî ku rê vebike ji dung veqetiya. Herkes vê rewşê dizane. Nayê hesabê wan. Ev nêzikbûn rast e gelo? Çi mafê wan heye me mexdûr bikin. Em vê rewşê qebûl nakin."   'WÊ SEWALÊN ME BIMIRIN'   Yavûz, destnîşan kir ku ji ber girtina rê pirsgirêkên cidî dijîn û derbarê zehmetiyên ku dikişînin de ev tişt anîn ziman: "Li gund mirovên temen mezin hene û divê biçin nexweşxaneyê. Lê ji ber ku rê girtî ye em nikarin wan bibin. Dema ku pêwistiyeke me çêdibe em nikarin derbas bikin. Em sewalan xwedî dikin, ji bo anîn êm kedeke mezin serf dikin. Em êmê sewalên xwe bi milan tînin. Rojê du caran diçin û tên. 13 dewaran xwedî dikim. Heke wiha biçe wê tev bimirin."   Yavûz, xwest ku rayedara mexdûriyeta wan derbas bikin.