Malbata Şenyaşar: Peywira darazê ne parastina sûcdaran e 2022-03-27 13:02:43 RIHA - Malbata Şenyaşar ku di roja 384'an de Nobeda xwe ya Edaletê didomîne ev peyam parve kir: "Peywira darazê ne parastina sûcdaran e. Edalet; roja ku bêyî ku li meqam û heza wan binêre sûcdaran ceza bike wê li welat hin tişt biguherin!"   Li navçeya Pirsûs a Rihayê xizm û parstvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz, di 14'ê hezîrana 2018'an de êrişî malbata Şenyaşar kirin û 3 ferdên malbatê kuştin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar li dijî vê zilma ku li wan hat kirin di 9'ê adara 2021'an de li ber Edliyeya Rihayê dest bi Nobeda Edaletê kirin. Nobeda malbatê di roja 384'an de berdewam dike. Ji ber ku îro dawiya heftê ye malbata nobeda xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne.    Malbatê, li ser hesabê xwe ye medya sanal jî ev parvekirin kir: "Peywira darazê ne parastina sûcdaran e. Edalet; roja ku bêyî ku li meqam û heza wan binêre sûcdaran ceza bike wê li welat hin tişt biguherin! Kê dikare li deriye edliyeya Rihayê binêre û bibêje edalet heye?"