Nobeda Edaletê ya Wanê: Em tecrîdê qebûl nakin 2022-03-27 16:07:53   WAN - Hevserokê HDP'a Artemêtanê Tahîr Şen ku di Nobeda Edaletê ya Wanê de axivî û diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan qebûl nakin.    Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan li Baroya Wanê dane destpêkirin di roja 101'emîn de berdewam dike. Nobeda îro hevjîna Ebedîn Abî ku 26 sal in li Girtîgeha Tîpa T a Bunyanê ya Qeyseriyê girtî ye Zubeyde Abî û xwişka Fûat Bor ku 28 sal in li Girtîgeha Tîpa T a Karabukê girtî ye Nûrcan Bor berdewam kirin. Rêveberên Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Artemêtanê îro serdana nobedê kirin.    'BILA GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊN BERDAN'   Hevserokê HDP'a Artemêtanê Tahîr Şen, di civînê de axivî û diyar kir ku li welat hiqûq li holê nemaye û wiha got: "Em piştgiriya nobeda edaletê dikin. Em ê timik bi malbatan re bin. Îro li welat bi hezaran mirov li edaletê digerin. Mixabin li hiqûq ji holê rabûye. Em careke din ji vir bangî rayedaran dikin; divê girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatine şewitandin demildest bên berdan. Em tecrîda li Îmraliyê jî qebûl nakin û tecrîda ku li Îmraliyê li Ocalan tê kirin şermezar dikin. Divê CPT û Yekitiya Ewropa ji tecrîda li ser Ocalan re bibêjin, 'êdî bes e'. Divê parêzer û malbata Ocalan pê re hevdîtin bikin. Weke gelê kurd em vê tecrîdê qebûl nakin."