TÛAY-DER: Girtiyên nexweş bi pêkanînên dijî hiqûqê re rû bi rû ne 2022-03-27 16:21:28   EDENE - Hevseroka TÛAY-DER'a Edenê Nîmet Sezgîn, mirina girtiyên nexweş bi bîr xist û bang kir ku herkes berpirsyar tevbigere.    Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Çûkûrovayê (TÛAY-DER), derbarê mirin û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan li ber Peykerê Parqê yê Edenê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Hevseroka TÛAY-DER'a Edenê Nîmet Sezgîn axivî û diyar kir ku girtiyên nexweş bi geşedanên ku cihê wan di tu hiqûqê de tuneye re rû bi rû ne.    DERMAN NADIN GIRTIYAN   Sezgîn, diyar kir ku tedawiya girtiyên nexweş tê astengkirin û û dermanên wan nadine wan û derbarê rewşa girtiyên nexweş de ev agahî dan: "Nêzî 200 girtiyên nexweş nikarin pêwistiyên xwe derbas bikin. Di çend mehên dawîn de ji ber ku tedawiya wan hatiye astengkirin bi dehan girtiyên nexweş jiyana xwe ji des dane. Herîd awî girtiyê 20 salî Şervan Can Guder û girtiyê 80 salî Abdullah Boran jiyana xwe ji dest dan. Heke pêşî lê neyê girtin wê mirin berdewam bikin. Li gel binpêkirinên mafan înfazên girtiyan jî tên şewitandin. Bi sedan girtî bi biryarên Lîjneya Çavdêriyê ya Girtîgehê berdanên wan tên astengkirin. Înfazên girtiyan tên şewitandin û sûc tê kirin. Sewqê girtiyên siyasî bi tu awayî nayê kirin. Bi vî awayî malbatên wan tên cezakirin. Em bang dikin ku ki bo ev pekanînên bi dawî bibin rayedar û parastvanên mafên mirovan berpirsyar tevbigerin."