Dozger xwest 5 sal ceza li rojnamevan Canozerê bê birîn 2022-03-27 19:40:18   AMED - Serdozgeriya Komarê ya Amedê, ji ber hesabê bi navê "Berîtan Sarya" ku ne aydê rojnamevan Berîtan Canozer e, xwest 5 sal ceza li Canozr bê birîn.    Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê nûçegihana Jinnewsê Berîtan Canozerê de îdianameyek nû amade kir. Canozer ji ber hesabê medyaya dîjîtal ê bi navê "Berîtan Sarya" ketibû ber lêpirsînê û di 4'ê Nîsana 2021'ê de hatibû binçavkirin û 4 rojan di binçavan de mabû û hatibû berdan. Dozgeriyê paşê parvekirinên bi navê "Berîtan Sarya" kirin hincet û bi sûcê "bi rêya çapemeniyê propagandaya rêxistinê" derbarê Canozerê de îdianame amade kir.    Di îdianameyê de ku ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Amedê ve hat qebûlkirin, hat xwestin ku 6 sal ceza li Canozerê bê birîn.    Danişîna ewil a dozê dê di 31'ê Adarê de bê lidarxistin.