Êrişa li dijî HDP’ê şermezar kirin 2022-03-28 15:40:40   MÊRSÎN - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê çû serdana HDP’ê û êrişa li dijî avahiya HDP’ê ya navçeya Erdemliyê şermezar kir.    Endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê bi munasebeta êrişa çekdarî ya li dijî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Erdemlî ya Mêrsînê, çû serdana HDP’a Mêrsînê. Serokê Şaxa Sendîkaya Karkerên Xizmetê yên Giştî (Genel-Îş) ya girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Kemal Goksoy di serdanê de axivî û hêviya sax û silametiyê kir. Goksoy, diyar kir ku her tim ji ber vê sedemê tên serdana HDP’ê û êriş şermezar kir.    Her wiha Serokê Partiya Kedê (EMEP) ya Mêrsînê Yûsûf Kaya jî da zanîn ku di esasê xwe de bi van êrişan hewl didin pêşî li ber HDP û hêzên demokrasiyê bigirin da ku nebin hêzeke alternatîf.    Ji rêveberên HDP’ê Sedat Akbay jî spasiya pêkhateyên platformê kir û wiha got: “Em ê her tim li dijî van êrişan bisekinin. Bombe avêtin avahiyên me û rêhevaleka me li Îzmîrê qetil kirin. Lê me tu carî serî netewand û dê netewînin jî. Dê têkoşîna me bidome. Çi dibe bila bibe em ê aştî û demokrasiyê bînin vî welatî.”