DFG'ê rapora ku derbarê rojnamevantiyê de amade kiriye parve kir 2022-03-28 16:16:53   AMED - Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firat'ê (DFG) rapora xwe ya bi navê 'Rojnamevaniya di Nava Çar Dîwaran de' û belgefilma xwe ya bi navê 'Rojnamevantiya Di Tunela Tirsê de' parvekir û bal kişand ser zehmetiyên rojnamevantiya li Tirkiyeyê tê meşandin.   Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firat'ê (DFG) derbarê rewşa rojnamevanên li Tirkiyeyê dixebitin de rapora xwe bi civîneke çapemeniyê ya li avahiya xwe parve kir. Rapora ku bi kurdî, tirkî û îngilîzî  hatiye amade kirin, weke pirtûk hatiye çapkirin. Di civînê de belgefîlma bi navê 'Rojnamevantiya di Tunela Tirsê de' hat nîşandan. Hevserokên DFG'ê Dîcle Mûftûoglû û Serdar Altan, derhênerê belgefilmê Ensar Ozdemîr bi hev re danasîna belgefîlmê kirin û rapor xwendin. Tevî endam û rêveberên DFG'ê gelek kedkarên çapemeniyê jî tevlî danasîna belgefilmê bûn.   'JI BO ROJNAMEVANIYA AZAD'   Hevserokê DFG'ê Serdar Altan ewilî axivî û bal kişand ser rewşa rojnamevanan û zehmetiyên rojnamevantiya tê kirin. Altan, diyar kir ku hewldana li dijî tundiyên li ser rojnamevanan ev xebat derxist holê û wiha got: "Me ji gelek rojnamevanên girtî re name şandin û li gor vegeran û rewşa ew tê de ne ev rapor amade kirin. Mebesta me ew e ku em bi vê xebatê pêşî li rojnamegeriya azad vekin."   PÊDIVIYA ROJNAMEVANIYA AZAD   Piştî axaftina Altan, Hevserok Dîcle Muftuoglû jî axivî û li ser rojnamegeriya li Kurdistanê tê meşandin axaftinek kir. Muftuoglû, destnîşan kir ku li welat ji bo azadiya çapameniyê û xwe îfadekirinê astengiyên mezin hene û wiha got: "Me bi pêdiviya xwe îfadekirinê û rojnamevaniya azad dest bi avakirina komeleyê kir. Di dema pêşiya me de xebatên bi vî rengî dê hebin û em dê li ser vê esasê xebatên xwe bidomînin."   JI BO BÎREK BÊ AVAKIRIN   Derhenêrê belgefîlmê Ensar Ozdemîr jî diyar kir ku rojnameger pêşiya darbeyê jî rastî zehmetiyan dihatin û piştî darbeyê zêdetir zehmetî kişandin. Ozdemîr, da zanin ku pişti tundî û qedexeyan gelek rojnameger li ser medya dijîtal û mecrayên cudatir karên xwe meşandin û wiha axivî: "Me ev xebat ji bo rewşa rojnamegeriyê û pêşerojê re bibe bîrek da destpêkirin."   Piştî axaftinan belgefîlm hat nîşandan û heman belgefilm bi jêrnîvisa ingilizî li ser hesabên DFG'ê hat parvekirin û wek nivîskî jî bi sê zimanan wek pirtûk hat weşandin û belavkirin. Piştî nîşandana belgefilm danasîn bi dawî bû.