‘Li girtiyên nexweş zilm tê kirin’ 2022-03-28 16:52:48 WAN - TUHAY-DER’a Wanê ku bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş wiha got: “Kesên berpirsyar ji bo ku zilmê li girtiyên nexweş bikin û nehêlin sax ji girtîgehan derkevin tişta ji destê wan tê dikin.”   Di pêşengtiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) a Wanê têkildarî mirinên ku li girtîgehan zêdebûn li Kolana Hunerê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji girtiyên nexweş re azadî” hate hilgirtin. Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê, Dayikên li Baroya Wanê Nobeta Edaletê didomînin, aktîvîstên TJA’yê, endam û rêvberên DBP’ê, HDP’ê, ÎHD’ê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.    Hevserokê TUHAY-DER’ê Adil Koçak daxuyanî xwend. Koçak, diyar kir ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan tê meşandin îro belavî hemû girtîgehan bûye û ev rewş vegeriyaye binpêkirinên mafan ên giran.   MAFÊ JIYANÊ TÊ BINPÊKIRIN   Koçak, qala binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêde dibin kir û wiha got: “Rewşa girtîgehan gelek xetere. Tenê di nava 2021’an de 7 jê piştî taloqkirina înfazê 59 girtiyan jiyana xwe ji dest dane. Di nava 15 rojan de 2 girtiyan jiyana xwe ji dest da, 2 girtiyên din jî piştî înfaza wan hatin taloqkirin li derve jiyana xwe ji dest dan.”   Koçak, diyar kir ku mafê xwe gihandina tenduristiyê yê girtiyan hatiye astengkirin û wiha berdewam kir: “Berdana girtiyên nexweş bi biryarên ATK’ê tên astengkirin û terkî mirinê tên kirin. Ev jî tê ra nake bi dehan girtiyên ku divê bên berdan bi biryarên bihiqûqî û keyfî yên lijneyên çavdêrî û îdarî înfazên wan tên şewitandin û nayên berdan. Kesên berpirsyar ji bo ku zilmê li girtiyên nexweş bikin û nehêlin sax ji girtîgehan derkevin tişta ji destê wan tê dikin.”   BANG LI GEL Û SAZIYAN KIR   Koçak, xwest ku desthilat berpirsyariyên xwe bi cih bîne û got: “Em ê şopdarên her mirina ku di girtîgehan de çêdibin bin. Em gelê xwe û saziyên sivîl ên civakî vedixwînin ku li dijî mirinên di girtîgehan de çêdibin hestiyar bin.”