Nobeta Edaletê: Bila ji girtîgehê darbest dernekevin 2022-03-28 17:23:26   ÎZMÎR - Dayika Abdûrrahman Yildirim ê 26 sal in girtî ye, Vesîle Yildirim a di Nobeta Edaletê de axivî, diyar kir ku kurê di girtîgehê de nikare were dermankirin û xwest bê berdan.    Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin li Baroya Îzmîrê dane destpêkirin di roja 32’yemîn de ye. Di nobetê de dowizên “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” hatin vekirin. Dayika Abdûrrahman Yildirim ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 3’yan a Şakranê tê ragirtin, Vesîle Yildirim jî beşdarî nobedê bû. Rêveberên HDP’a Karabaglarê û endamên Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF) serdana malbatan kirin.    Parlamenterê HDP’ê yê serdema beriya niha Erdal Ataş, diyar kir ku desthilat qanûnên xwe bi xwe binpê dike û wiha got: “Bi sedan girtiyên nexweş niha bi mirinê re rûbirû ne. Dewlet bi hişmendiyeke tolhildanê tevdigere. Kesên têkoşîna demokrasiyê dimeşînin divê li dijî Nobeta Edaletê bihestiyar bin.”   ‘BÊ EDALETÎ BELAVÎ HER DERÊ BÛYE’   Hevseroka HDP’a Karabaglar Emîne Bozdag jî bi lêv kir ku zextên li ser girtiyên nexweş her ku diçe zêde dibin û wiha got: “Bêedaletiya li welat belavî her derê bûye. Bi taybetî Aysel Tûglû tevî nikare li derve jî bijî, girtina wê helwesteke dijminane ye.”   ‘REWŞ BER BI NEBAŞIYÊ VE DIÇE’   Yek ji dayikên di Nobeta Edaletê de Vesîle Yildirim jî wiha axivî: “Ne pêkane ku tedawiya kurê min li girtîgehê bê kirin. Her roj rewşa wî ber bi nebaşiyê ve diçe. Ez bang li Wezîrê Dadê û Serokkomar dikim; Kurê min 26 sal in girtî ye. Êdî bes e. Em daxwaz dikin ku ji bo girtî bên dermankirin bên berdan. Êdî bes e. Bila ji girtîgehan darbest dernekevin.”