ROJEVA 29'Ê ADARA 2022'YAN 2022-03-29 09:00:03 * Seroka Konseya Navendî ya TTB'ê Şebnem Korûr Fîncanci, destnîşan kir ku girtîgeh birîna necbirandî ya Tirkiyeyê ne û di warê nirxandina rewşa girtiyên nexweş de jî pirsgirêka cidî û mezin ATK ye.  * Jinên li Bazara Keda Jinê ya Şaredariya Silopiyayê dixebitin gotin: "Gavên wisa hêviyê xurtir dikin."    * Sîbel Balaç ji bo "darizandineke adil" û bidawîbûna binpêkirinên mafan 98 roj in û Gokhan Yildirim jî 93 roj in di rojiya mirinê de ne.    * Aktivîsta Aştiyê Gîsela Penteker ku 25 sal in serdana bajarên kurdan dike got: "Ocalan ji bo guherîn û pêşketina civakê tespîtên girîng dike. Kesekî wiha divê azad be."    * Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 386'an de berdewam dike.   * 10'emîn Danişîna Doza Kobanê wê li Qampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * EGE TUHAYDER, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş wê li ber Edliyeya Îzmîrê daxuyanî bide. (11.00)   * Wê danişîna polis Îdrîs Aksoy ku li Amedê bûbû sedema mirina zarokê 5 salî Efe Tektekîn, li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin. (11.30)   * Wê HDP komcivîna xwe li der bixe. (12.45)   * Federasyona Koran a Tirkiyeyê, derbarê daxwazên xwe yên ji bo guhertina Qanûna Hilbijartinê de bînin ziman wê li ber deriyê Dîkmenê yê Meclisê daxuyanî bidin çapameniyê. (13.00)   * Wê nobedên Edaletê yên malbatên girtiyan ên li Îzmîr û Wanê berdewam bikin. (14.00-16.00)