Balaç û Yildirim ên di rojiya mirinê de ne doza darizandinek adil dikin 2022-03-29 09:02:51 STENBOL - Sîbel Balaç ji bo "darizandineke adil" û bidawîbûna binpêkirinên mafan 98 roj in û Gokhan Yildirim jî 93 roj in di rojiya mirinê de ne.    Li Girtîgeha Sîncan a Jinan Sîbel Balaç û li Girtîgeha Tekirdag a Jimare 1 a Tîpa F'yê Gokhan Yildirim ji bo "darizandineke adil" di rojiya mirinê de ne. Balaç 98 roj in û Yildirim jî 93 roj in di rojiya mirinê de ne û dixwazin daxwazên wan bên qebûlkirin.    Balaç û Yildirim ku tenduristiya wan xirab dibe, daxwazname ji Wezareta Dadê re şandin û li bendê ne daxwazên wan bên qebûlkirin.    MAFÊ DARIZANDINA ADIL TÊ BINPÊKIRIN   Sîbel Balaç gava mamosteya kesên astengdar bû hatibû sirgûnkirin û bi mobbîngê re rû bi rû mabû. Balaç ji ber vê îstifa kiribû. Di heman salê de karmend, mamoste û akademîsyenên bi Biryarnameya di Hiqmê Qanûnê de hatibûn îxrackirin jî li Kolana Yuksel a Enqereyê çalakiya "ez karê xwe dixwazim" dabûn destpêkirin. Balaç jî tevli vê çalakiyê bûbû û di 10'ê Kanûna 2018'an de li Kolana Yukselê tevî çalakgeran hatbû binçavkirin û di 18'ê Kanûnê de jî hatibû girtin. Bi hinceta "endamtiya rêxistinê" 8 sal û 15 roja ceza li Balaçê hatibû birîn.  Balaç di 19'ê Kanûna 2021'ê de ji Girtîgeha Sîncanê ya Jinan ragihandibû ku ji bo darizandinek adil dest bi rojiya mirinê kiriye.    Daxwazên Balaçê ev in:   “*Bila zextên aborî, civakî û siyasî yên li ser gelê me bi dawî bibin *Bila bi îfadeyên şahidên nepen darizandina şoreşgeran bi dawî bibe *Bila bê şert û merc pirtûk û weşanên din bidin girtiyan *Bila girtiyên nexweş bên berdan *Bila mafê sohbetê ku Wezareta Dadê bi giştînameya jimare 45/1 qebûl kiriye tam bê pêkanîn *Bila cezayên dîsîplînê bi temamî ji holê bên rakirin *Bila ne şoreşgerên li dijî tiryakê têdikoşin, baronên tiryakê û wezîrên tiryakê yên AKP'ê bên girtin."   Gokhan Yildirimê ku li Taxa Gaziyê ji ber ku li dijî tiryakê têkoşiyaye û paşê bûye hedef û hatiye girtin jî, bi hin sûcên edlî 46 sal ceza lê hatiye birîn. Yildirim ku ji sala 2016'an ve di Girtîgeha Tekirdagê ya Jimare 1'ê de ye, di 25'ê Kanûna 2021'ê de ragihandibû ku ji bo darizandineke adil dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger kiriye. Yildirim di 22'yê Çileya 2022'yan de jî çalakiya xwe veguherand rojiya mirinê.   Daxwazên Yildirim jî ev in:    *Divê 46 sal cezayê li min hatiye birîn bê xerakirin *Divê têkoşîna ji bo azadî, edalet û mafan a gelê me neyê astengkirin *Divê girtiyên nexweş bên berdan *Divê qanûna înfazê ya girankirî bê guherandin *Divê zext û zoriyên li ser girtiyan û binpêkirinên mafan bi dawî bibin."