Muharrem Aksem ne yê ewil e: Divê berpirsiyar bên cezakirin 2022-03-29 10:53:52   RIHA - Hevserokê ÎHD’a Rihayê Mustafa Vefa zarokên ku ji ber mayîn û madeyên teqemeniyê ku serbest tên dayîn jiyana xwe ji dest dane bibîr xist û got: “Heke dewletê tevdîr negirtibe, divê berpirsiyar werin cezakirin.”    Li gundê Micid ê bi ser navçeya Eyyubiye ya Rihayê ve Muharrem Aksem ê 16 salî ku şivaniyê dikir li cihê fêrkirina guleberdanê ya polîsên tîmên taybet mirî hatibû dîtin û laşê wî parçe bûbû. Di rapora otopsiyê ya pêşîn de jî hatibû diyarkirin ku 12 parçeyên metal ji laşê Aksem hatiye derxistin û destê wî rastê jî jê bûye.    Li gorî rapora Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê ku di 19’ê mijdara 2021’an de weşandibû li bajarên herêmê di navbera salên 2011 û 2021’an de 228 zarokan li qadên şer jiyana xwe ji dest dane û ji vê hejmarê 39 zarokan jî encama teqandina teqemeniyên serbest hatine dayîn û mayîninan jiyana xwe ji dest dane.    Hevserokê ÎHD’ê yê Şaxa Rihayê Mustafa Vefa têkildarî mirina Muharrem Aksem ji ajansa me re axivî.    ‘DIVÊ BERPIRSIYAR BÊN CEZAKIRIN’    Vefa diyar kir ku salên dirêj in li qadên guleberdanê yên leşkerî û teqemeniyên bêxwedî li eraziyan tên hiştin dibin sedemên mirina zarokan û got: “Şaxa ÎHD’ê ya Amedê di rapora xwe de dibêje 228 zarok ji ber teqemeniyan mirine. Ev hejmar li bajarên herêmên pêk çimkî bajarên herêmê hemû bûne qada şer. Muharrem Aksem ne yê ewil e. Heke ev şer dewam bike, mixabin dê Muharrem Aksem jî nebe yê dawî. Peymana navnetewî ya ku Tirkiye terefê wê heye. Dewlet neçar e ku ji hemû mirovan qadên jiyanê yên bi ewle pêşkêş bike. Heke zarokek li ba mala xwe jiyana xwe ji dest dide û heke dewletê tevdîr negirtibe, divê berpirsiyaran ceza bike. Lê mixabin polîtîkaya bêcezahiştinê nahêle ku berpirsiyar bên cezakirin. Cihê ku Aksem lê jiyana xwe ji dest daye, yanî ew qada cihê fêrkirina berdana guleyan ne li gorî mevzuatê ye û li dijî mevzuatê ye. Em jî wek parêzvanên mafê mirovan dibêjin divê berpirsiyarên van bûyerên wiha bên cezakirin.”    MA / Emrûllah Acar