AYM'ê ajokarên ku qeyûm wan ji kar avêtibû mafdar dît 2022-03-29 13:06:51   WAN - AYM'ê, 11 ajokarên ku qeyûmê Wanê wan ji kar avêtibû mafdar dît û biryar da ku mafê wan hatiye binpêkirin.    Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, yek jê jin 11 ajokarên otobusan, bi hinceta ku "têkiliya wan bi rêxistinê re heye" ji kar avêtibû. Piştî vê karkeran serî li Dadgeha Kar a Wanê dabû û dadgehê jî bêyî ku dosyaya karkeran lêkolîn bike kiribû. Bi heman rengî serlêdana karkeran ji aliyê Dadgeha Îdarî ya Herêmê û Dadgeha Bilind ve jî hatibû redkirin. Piştî vê pêvajoyê li ser navê karkeran parêzer Umît Avci û Îsmaîl Guler, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabûn.    AYM, serlêdana karkeran nirxand û derbarê 11 ajokaran de biryara binpêkirina maf da. AYM'ê diyar kir ku derbarê karkeran de bêyî ku tu lêkolîn û darizandineke adîl pêk were biryar hatiye dayîn û biryar da ku karker careke din ji aliyê dadgeha herêmî ve bên darizandin.    Parêzer Îsmalîl Guler, biryarê nirxand û diyar kir ku divê karker li karê xwe bên vegerandin.