AYM'ê ji bo cezayê pere yê şermezarkirina qeyûman biryara 'binpêkirina maf' da 2022-03-29 13:41:34   ENQERE - AYM'ê serlêdana welatiyên ku li Dersimê ji ber şermezarkirina tayînkirina qeyûman cezayê pere li wan hatibû birîn nirxand û biryara "binpêkirina maf" da.    Di 5'ê îlona 2019'an de ji ber ku tayînkirina qeyûman li Kola Hunerê ya Dersimê şermezar kiribûn cezayê pereyê îdarî komekê hatibû birîn. Di encama serlêdanên wan ên li dadgehên herêmî hatibûn redkirin, welatiyan serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabûn. AYM'ê serlêdana welatiyan nirxand û biryara "binpêkirina maf" da.    AYM'ê di biryara xwe de cih da nêrîna Wezareta Edaletê ya derbarê ceza de; wezaretê parast ku bingeha qanûnî ya cezayê pere heye.    AYM'ê daxwaza welatiyan a ji bo tazmînatê jî red kir.