Kuzu: Kurdên ku leşkeran ew kuştin di Doza Kobanê de bûn kuştî 2022-03-29 13:58:14   ENQERE - Parêzer Erdal Kuzu di Doza Kobanê de axivî û diyar kir ku sê welatiyên li Kerboranê di çalakiyên Kobanê de hatin kuştin wek “kujer” di dosyeyê de hatine nîşandan û got: “Yên hatin kuştin kurd in û yên hatin sûcdarkirin jî kurd in.”    Danişîna 11’emîn a Doza Kobanê di roja 2’yemîn de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam dike. Rêveber û parlamenterên HDP’ê, gelek parêzer û gelek kes dozê dişopînin. Siyasetmedar Gunay Kubîlay û Vezîr Çakan ên girtî tên darizandin li eywanê hatin amadekirin û hin siyasetmedaran hêceta xwe ragihandin û tevli danişînê nebûn û siyasetmedarên li girtîgehên cuda jî bi riya SEGBÎS’ê tevli danişînê bûn.    Di danişînê de ewilî Erdal Kuzu yê parêzeriya siyasetmedarê kurd Ahmet Turk dike axivî û anî ziman ku dadgerê ewil ku dozê vekir niha ji endamtiya “Çeteya Atadedeler” hat binçavkirin û vê meseleyê gumanên wan gelek zêde kiriye. Kuzu got miwekîlên wan daxwaza dosyeya Atadedeler were celbkirin kirine lê belê dadgehê vê daxwazê red kiriye.    ‘ARMANC EW E KU KURDAN KRÎMÎNALÎZE BIKIN’    Kuzu anî ziman ku armanca dadgehê ew e ku siyasetmedarên kurd krîmînalîze bikin û ew ji destpêkê ve dibêjin rayedarên HDP’ê di encama komployê de hatine girtin û dozên siyasî bûne kevneşopiya vî welatî.    ‘BI DESTÛRA DEWLETÊ ÇÛYE KOBANÊ’    Kuzu da zanîn ku heyeta dadgehê tu pirs ji miwekîlê wî siyasetmedar Ahmet Turk nekiriye û wiha got: “Çimkî tiştek wê jê bê pirsîn tune ye. Hûn jî dizanin ku tiştek li holê nîne. Ev yek jî dide nîşandan ku ev doz bi sedemên siyasî hatiye amadekirin. Parvekirinek miwekîlê min wek sûc hatiye nîşandan. Beriya siyasetmedar ji doza Kobanê bên girtin, daxuyaniyek du meh beriya wê wek destpêkirina operasyonên Kobanê hatiye qebûlkirin. Ev daxuyanî gelek daxwazên mirovî tê de hebûn. Ev daxuyaniya ku wek destpêkirina operasyonan hatiye destpêkirin, dê çawa bê qebûlkirin?”    Kuzu parvekirinên rayedarên dewletê yê wê heyamê ku derbarê Kobanê de kiribûn bi bîr xist û îktidar jî li gunehkarekî digeriya. Kuzu destnîşan kir ku miwekîlê wî bi destûra dewletê di wê heyamê de çûye Kobanê û wan alîkariya mirovî biriye Kobanê. Kuzu got ji bo ev meseleya çûyîna miwekîlê wî ya Kobanê divê ji Walîtiya Rihayê bê pirsîn û xwest belgeyên destûra hatiye dayîn li dosyeyê bê celbkirin.    AXAFTINA 2017’AN JÎ KIRINE SÛC!   Kuzu anî ziman ku miwekîlê wî di Newroza 2017’an de gotiye, “Gerîlayê PKK’ê” û ji ber vê yekê kirine sûc û li dosyeya wê bar kirine û ev yek nabe sûc û tu eleqeya wê bi dosyeya Kobanê re nîne û xwest ev yek ji dosyeyê bê derxistin.    ‘DIVÊ RAYEDARÊN ÎKTIDARÊ JÎ BÊN DARIZANDIN’    Kuzu destnîşan kir ku serdana ji bo Qendîlê bi destûra dewletê şande çûye wir û hevdîtin pêk hatiye û heke ev bibe sûc divê derbarê rayedarên dewletê-îktidarê jî lêpirsîn bê destpêkirin û doz were vekirin. Kuzu got çimkî serokwezîrê wê demê û Serokkomarê niha bi xwe gotibû, “min wan şandiye Qendîlê” û ji ber vê yekê jî doz û doznameya Kobanê bi her awayî seqet e. Kuzu diyar kir ku di çalakiyên Kobanê yên di sala 2014’an de li navçeya Kerborana Mêrdînê 3 welatî ji aliyê leşkeran ve hatine kuştin û got: “Yên ku hatine kuştin wek kuştiyên vê dosyeyê hatine nîşandan. Yên hatin kuştin kurd in û yên hatin sûcdarkirin jî kurd in.”    ‘SIYASETMEDAREK RÛSPIYÊ KURDAN E’    Kuzu destnîşan kir ku Ahmet Turk yek ji siyasetmedarê herî xwedî bi ezmûn ê kurd e û wiha got: “Ahemt Turk siyasetmedarek rûspiyê kurd e. Emrê wî li heps û dadgehan derbas bû. Yên ku wî girtin, darizandin û îşkence lê kirin niha li ku ne? Tenê armancek darizandina mirovek 77 salî heye ew jî ji ber ku kurd e. Armanc ew e k udi şexsê miwekîlên me de kurdan ceza bikin. Divê demildest dest ji vê xeletiy3e bê berdan. Wê tu feydeya vê dozê li aştiya civakî nebe. Wê bi qasî serê derziyê jî feydeyê li hiqûqê neke. Me helwesta vê darizandinê di darizandinên KCK’ê de dît. Dadger û dozgerên li dozên KCK’ê dinêrîn jî rewşa xwe qudretî didîtin lê belê niha û nav û rûyê wê nayê nasîn û kes behsa wan jî nake.”    Kuzu herî dawî diyar kir ku miwekîlê wî Ahmet Turk ji ber nexweşiyên xwe li nexweşxaneyê ye û ji ber vê yekê divê miwekîlê wî ji van danişînan bê rizgarkirin.    BAYRAKTAR: TIRKIYE PIŞTEVANIYA ÇEKAN DA KOBANÊ    Pişt re parêzer Kazim Bayraktar jî axivî û destnîşan kir ku Doza Kobanê li dijî kurdan hatiye vekirin. Bayraktar destnîşan kir ku di pêvajoyek çareseriyê de DAIŞ’ê êrişî Kobanê kir û xwe spart sînorê Tirkiyê û hişyariya DAIŞ’ê lig elek welatên Ewropayê hat kirin û ev yek pêk nehat û bûyerên Kobanê qewimîn. Bayraktar anî ziman ku Tirkiyê piştevaniya çekan ji bo Kobanê kiriye û ji bo pêşmerge derbasî Kobanê bibin rê vekiriye lê belê dadgeh û îktidar tenê kesên li vir twît parve kirine didarizîne.      Dadgehê saetek û nîv navber da danişînê.