DAIŞ'ê êrişî Qampo Holê kir: Hemû êrişkar hatin girtin 2022-03-29 16:15:25   HESEKÊ - Hemû DAIŞ'iyên êrişî Qampo Holê kirin, ji aliyê Hêzên Ewlehiya Hundir ve hatin girtin.    Piştî êrişa ku di 21'ê çileyê de li dijî Girtîgeha Sînaayê ya li bajarê Hesekê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anî û encam negirt, vê carê jî DAIŞ'ê êrişî Qampa Holê ku mlabatên DAIŞ'i lê dimînin kir. Hemû DAIŞ'iyên ku êriş pêk anîn ji aliyê Hêzên Ewlehiya Hundir ve hatin girtin.    Lê beşa 5'emîn a qampê xebatên lêgerînê didomin û ji ber gefê li qampê û derdora wê qedexeya derketina derve hat îlankirin.    Li Qampa Holê bi hezaran kesên ku ji malbatên DAIŞ'î pêk tên dimînin. Bi giştî 40 hezar kes li qampa Hol û Roj û qampên din dimînin.