Daxwaza girtina leşkerê ku Hazna Su kuştibû hat redkirin 2022-03-29 17:02:16   MÊRDÎN - Daxwaza girtinê ya Bestamî Dûman ê leşkerê çawişê pispor ku bû sedema kuştina Hazna Su hat redkirin.    Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di 11’ê çile de leşkere bi navê Bestamî Duman ê ku çawişê pispor e wesayîta zirxî li Hazna Su ya 52 salî qelibandibû û ew kuştibû. Danişîna doza têkildarî mirina Haznayê derbarê leşker de hatibû vekirin, hat lidarxistin.    Ev leşker ji sûcê “kuştina biqisûr” tê darizandin. Daniş^n li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Qoserê Hat lidarxistin. Bersûc û parêzerên xwe hêcet nîşan dan û beşdarî danişînê nebûn. Hevjînê Hazna Su, Hyarettîn Su û parêzerên xwe tevli danişînê bûn. Di danişînê de hat diyarkirin ku qedexeya derketina derveyî welat a bersûc hatiye rakirin.    Parêzer Memet Alpaslan ji dadgehê xwest bersûc were girtinê. Dozger mutalaya xwe da û xwest daxwaza girtina bersûc were redkirin. Heyeta dadgehê jî daxwaza girtina bersûc red kir û danişînê taloqî 26’ê gulanê kir.