Li Bagokê operasyona eskerî 2022-03-29 21:09:46   MÊRDÎN - Li devera Çiyayê Bagokê operasyoneke eskerî dest pê kir. Hat ragihandin ku esker ketine gundan jî.    Danê êvarî li deverê Çiyayê Bagokê yê Nisêbîna Mêrdînê operasyoneke eskerî dest pê kir. Hat diyarkirin ku bis edan esker tevli operasyonê bûne û li herêmê kozik çêkirine. Her wiha hat ragihandin esker ketine gundê Marînê jî û piştî wextekê ji gund derketine.   Hat diyarkirin ku heya niha li herêmê tu pevçûn rû nedane.