6 ferdên malbata Gezmîş li benda dermankirin û alîkariyê ne 2022-03-30 09:09:03   ÊLIH - Malbata Gezmîş a ji 9 kesan pêk tê ku rewşa wan a aboriyê xerab e û yek jê penceşêr 6 ferdên wê nexweş in, li benda dermankirin û alîkariyê ne.    Malbata Gezmîş ku ji 9 kesan pêk tê li taxa Aydinlikevler a Êlihê dijî. Rewşa malbatê ya aboriyê ku 6 kes jê nexweşin xerab e û malbat rojên zor û zehmet derbas dike. Di malbatê de 3 zarok nexweşên epîlepsiyê ne, dayik nexweşiya penceşêra çerm û kezêbê pê re heye û di lingê wê de girêk çêbûye. Bav jî ji ber nexweşiya lingê xwe di rê ve çûnê de zehmetiyê dikişîne. Zarokek jî ji ber wesayîtekê lê xistibû du caran emeliyat bû û di laşê wî de platîn hene. 5 zarok mecbûr mane ku dest ji dibistanê berdin. Dayik Leyla Gezmîş diyar kir ku gelek caran êvaran bêyî ku xwarin bixwin radizin û di nav qeyrana aboriyê û nexweşiyan de hewl didin bijîn.   ‘XWEDIYÊ XANÎ EM JI XANÎ DERXISTIN’   Gezmîş, bi lêv kir ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê yên wê û hevjînê wê her tim weke aborî pirsgirêkan dijîn û wiha got: “Ez li Êlihê di kirê de bûm. Lê xwediyê xanî, ji ber me nekarî kirêya xanî bidin em ji xanî derxistin. Em jî mecbûr man biçin Bismilê. Li wir ewilî di xaniyekî nexweş de diman. Pişt re me barkir xaniyekî din. Kirêya wî 800 lîre bû, fatureya ceyranê jî 700 lîra hatibû. Ji ber me nekarî heqê wê bidin dîsa em mecbûr man ji xanî derkevin. Niha em li Êlihê dijîn. Tiştên ku der û cîran didin me em debara xwe dikin. Heke nexweşiya me nebûya em da bixebitin û hewl bidin debara xwe bikin. 4 sal in ez têm dermankirin. Hevjînê min beriya niha di înşaetan de dixebitî. Pereyê ku qezenç dikir me dida mesrefên nexweşxaneyê.”   'REWŞA ME NÎNE KU EM BÊN DERMANKIRIN'    Gezmîş, anî ziman ku hevjînê wê ji ber nexweşiya lingê xwe mecbûr ma dest ji karê înşaetê berde û wiha berdewam kir: “Niha em hewl didin ku bi komkirina kaxizan debara xwe bikin. Hevjînê min tevî nexweşiya xwe jî kaxizan kom dike. Bijîşk got divê emeliyat be. Emeliyat bibe jî îhtîmala ku seqet bimîne heye. Di rê ve çûnê de zehmetiyê dikişîne. Kurekî min jî ji ber wesayîtekê lê da, du caran emeliyat bû. Niha di laşê wî de platîn hene. Divê emeliyat bibe, nikare emeliyat be. Bila zarokên min bên dermankirin tiştekî din naxwazim. Ez xwe nafikirim zarokên xwe difikirim. Ji bo nexweşiyan divê derman bên standin lê nikarin bistînin. Divê em bên dermankirin lê ew rewşa me nîne ku em bên dermankirin.”   BANGA ALÎKARIYÊ KIR   Gezmîş, da zanîn ku li dijî pirsgirêkên ku dijîn serî li Walitî û Şaredariya Êlihê da lê tu bersiv negirtin û wiha pê de çû: “Tenê ji bankaya xwarinê qertek dan. Ew jî ji bo ku rojane nan bistînin. Ji bo ku zarokên me bên dermankirin bila tiştek bê kirin. Wê rojê dema ez ji bo nan stendinê çûm, ji ser hişê xwe çûm. Bi ambûlansê ez rakirim nexweşxaneyê.” Gezmîş, herî dawî xwest ku rayedar û xêrxwaz ji wan re bibin alîkar.    MA / Fahrettîn Kiliç - Fethî Balaman