Girtiyê nexweş ê giran Guler sewqî Girtîgeha Menemenê kirin 2022-03-30 09:49:48   HATAY - Girtiyê nexweşê giran Siddik Guler ê li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê dihat ragirtin, sewqî Girtîgeha Tîpa R a Menemenê hat kirin.    Girtiyê nexweşê giran Siddik Guler ê 82 salî kul i Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê dihat ragirtin, sewqî Girtîgeha Tîpa R a Menemen a Îzmirê hat kirin. Hat diyarkirin ku Guler bêyî daxwaza xwe sewq bûye û dê li wir were dermankirin.    AMED NEHAT QEBÛLKIRIN   Endama Komîsyona Girtîgehan a Navenda Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Mehtap Sert a derbarê mijarê de em pê re axivîn, diyar kir ku daxwaza wan a sewqkirina Amedê nehate qebûlkirin û wiha got: “Li dijî vê biryarê me serî li 5’emîn Dadgeha Îdare ya Enqereyê da. Hêj biryarek nehatiye aşkere kirin. Muwekîl 82 salî ye û ji bo ji ber nexweşiyên xwe li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê were dermankirin hate sewqkirin. Girtîgeha Menemenê girtîgeheke ku girtiyên nexweş û pîr lê dimîne ye.”   DAXWAZA TALOQKIRINA WÎ YA ÎNFAZÊ NEHATIBÛ QEBÛLKIRIN   Guler, ê di lîsteya girtiyên nexweşên giran de cih digire, ji ber sedemên siyasî cezayê muebbetê lê hatiye birîn û 21 sal in di girtîgehê de ye. Nexweşiyên Guler ên hipertansiyon, dil û bayê hene. Şaxa ÎHD’ê ya Îskenderûnê têkildarî Guler di sala 2020’an de serî li Serdozgeirya Komarê ya Îskenderûnê da. Guler, li ser daxwazê di 29’ê Çileya 2021’an de sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Îskenderûnê hat kirin. Nexweşxaneyê rapora “Dikare li girtîgeheke ku bijîşk û revir lê hene bimîne” da Guler. Li ser vê yekê Serdozgeriya Komarê ya Îskenderûnê daxwaza taloqkirina înfazê ya Guler qebûlnekiribû.    Şaxa ÎHD’ê ya Îskenderûnê têkildarî rewşa Guler de di 12’ê Adarê de raporek aşkera kiribû û wiha gotibû: “82 salî ye û her ku diçe hişê wî ber bi xerabiyê ve diçe û bihîstîna wî kêm dibe. Ne pêkane ku di girtîgehê de bimîne û di wir de were dermankirin.”