Faîlên êrişên ser avahiya HDP'ê ya Erdemliyê nayên girtin 2022-03-30 10:28:39   MERSÎN - Di 7 salên dawîn de avahiya HDP'ê ya Erdemliyê carekê hat şewitandin û 2 caran jî hat gulebarankirin. Ji ber van êrişan heta niha tu kes nehatiye binçavkirin.    Di şeva 27'ê adarê de ji aliyê kes ango kesên "nasnameya wan nediyar" ve li dijî avahiya HDP'ê ya Navçeya Erdemliyê ya Mersînê êrişa çekdarî pêk hat. Rexmî ku di ser êrişê de 3 roj derbas bûne jî heta niha ji ber êrişê kes nehatiye binçavkirin. Hewldana xwe gihandina qeydên qamerayan ên li herêmê di serî de ji aliyê cendirmeyan û xwediyên kargehên li derdora avahiyê ve hat redkirin. Beriya niha jî heman avahiya HDP'ê careke hatibû şewitandin û 2 caran jî hatibû gulebarankirin. Rêveberên HDP'ê yên navçeyê dibêjin ji ber ku faîlên êrişên beriya niha nehatine girtin êrişa dawî li dijî avahiya wan pêk hatiye.    DI 2015'AN DE HAT ŞEWITANDIN   Avahiya HDP'ê ya Erdemliyê destpêkê di sala 2015'an de dema serhildanên Kobanê hat şewitandin. Bi hezaran kesî êrişî taxa Kargipinar ku kurd lê zêde ne û avahiya HDP'ê lê ye kirin û avahiya HDP'ê şewitandin. Faîlên êrişê yek jî nehat girtin. Di ser de ji aliyê cendirmeyan ve gef li rêveberên HDP'ê yên demê hat xwarin.    DI 2017'AN DE HAT GULEBARANKIRIN   Heman avahî di 4'ê kanûna 2017'an de jî ji aliyê kes ango kesên "nasnameya wan nediyar" ve hat gulebarankirin. Gelek gule li dûwar û paceyên avahiyê ketin û xesar gihîşt avahiyê. Piştî vê êrişê jî tu faîlên êrişî nehatin girtin. Li gorî agahiyên ku rêveberiyên HDP'ê dan; ji êrişkaran yek jê piştre bûye çawişê pispor e.   DI ÊRIŞA DAWÎN DE JÎ KES NEHAT GIRTIN   Herî dawî jî di 27'ê adarê de li dijî avahiya HDP'ê ya Erdemliyê êrişa çekdarî pêk hat. Rexmî ku di ser vê êrişê de 3 roj derbas bûne jî hê tu faîlê êrişê nehatiye binçavkirin û tu qeydeke qamerayan nehatiye bidestxistin.    ÊRIŞKAR TÊN XELATKIRIN   Hevserokê HDP'a Erdemliyê Ramazan Sesîguzel ku derbarê mijarê ji me re axivî ev tişt gotin: "Berxwedaneke ku bi salan e didome heye û êrişên li dijî vê hene. Kurteya meselê ev e. Hêza pêdankirina êrişê xelatkirina êrişkaran e. Di sala 2015'an de dema ku êrişkar ji bo şewitandina avahiya me hatin, me parastina avahiya kir, lê cendirmeyan li şûna êrişkaran me ji cihê bûyerê dûrxistin. Me kirin malên me û qadê ji wan re hiştin. Piştî avahiya me şewitandin êrişî me kirin. Di sala 2017'an de jî gule li avahiya me reşandin. Piştî vê êrişê kesekî binçavkirin û pê re berdan. Piştre me hîn kir ku ev êrişkar bûye çawişê pispor. Bi awayekî din hatiye xelatkirin. Rexmî ku êrişkar wêneyên xwe parve kir û got, 'me çêkir û me kir' jî hat berdan. Bên girtin jî tu meneya wê tuneye. Îro jî avahiya me hatiye gulebarankirin. Em dizanin ku faîl kê ne. Ev pirsgirêka zihniyetê ye. Heta ku zihniyet neguhere wê êriş jî berdewam bikin."   'ÊRIŞ ME BI HÊZ DIKIN'     Sesîguzel, da zanîn ku hewldana wan a berhevkirina qeydan ji aliyê cendirme û esnafên li derdorê ve tê astengkirin û ev nirxandin kir: "Destûr nayê dayîn ku em li qeydan binêrin. Esnafên ku em ji wan dan û standinê dikin kî dema ku mijar dibe partî cuda nêzî me dibin. Em ne şer aştiyê dixwazin. Piştî her êrişê em bi hêz dibin. Êriş hêz didin me û gelê me bihêz e. Em kesek bin jî û hezar kes bin jî partiya xwe diparêzin û li pişt partiya xwe ne. Ji roja ku êriş li partiya me hatiye kirin partiya me têje ye. Gel piştgiriyeke bihêz dide me. Em dixwazin kesên ku hewl didin me bitirsînin re vê bibêjin; bawer bin em ji her êrişê bihêztir dertên. Rexmî ku em li herêmeke faşîst dijîn jî me partiya xwe negirt û em ê negirin. Berê me tenê bi roj partiya xwe vedkir ji niha şûn ve em ê bi şev jî partiya xwe vekin."   MA / Selman Guzelyuz