Komên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê 2 zarok revandin 2022-03-30 11:40:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Koma Feyleq El Şam a girêdayî Tirkiyeyê li navçeya Şêrawa ya Efrînê 2 zarok revandin.    Binpêkirinên weke revandin, tacîz, destdirêjî, girtin, revandin û kuştinê yên hêzên artêşa Tirkiyeyê û komên girêdayî wan ên li herêma Efrînê berdewam in. Li gorî nûçeya ANHA’yê, çavkaniyên ji herêmê da zanîn ku koma bi navê Feyleq El Şamê di 27’ê adarê de li gundê Xezewiye yê Şêrawa ya Efrînê zaroka bi navê Zeyneb Elî Xelîl a 7 salî û Îbrahîm Ehmed Îbrahîm ê 9 salî revandin.    Çavkaniyan destnîşan kir ku koma navborî ji malbatên zarokan fîdyeyê dixwazin û heta niha jî çarenûsa zarokan nayê zanîn.    Hêjayî bibîrxistinê ye ku nifûsa kurdan a li Efrînê ji sedî 95 bû lê belê piştî dagirkirina Efrînê ev rêjeye daketiye ji sedî 23’yan.