Li Şehbayê teqîn: Herî kêm 10 kes birîndar bûn 2022-03-30 11:49:07 NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Ehdas a Kantona Şehbayê di avahiyekî de tûpên xazê teqiyan. Di encama teqînê de 10 welatî birîndar bûn.    Îro di danê sibehê saet derdora 10.00’an de li navçeya Ehdas a Kantona Şehbayê di malekê de ji ber tûpên xazê teqîneke mezin çêbû. Li gorî nûçeya ANHA’yê, di encama teqînê de 10 welatî birîndar bûn.    Bi teqînê re tîmên şaredariyê berê xwe dan cihê bûyerê û welatiyên birîndar ji bin xerabeyên malê derxistin. Kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Avrînê.   Welatiyên ku di teqînê de birîndarbûyîn ev in: “Mihemed Hesen Mistefa (63), Mistefa Derwîş Cindo (52), Xatûn Hesen Hesen (42), Hemdo Faris Hemdo (50), Ehmed Hebeş Wilo (42), Ezîze Ehmed Îsa (52), Zeyneb Heyder Elo (33), Fîdan Sebrî Çawîş (43), Esed Seydo Seydo (22) û Nizhet Seydo Seydo (45).”   Xebatên lêgerînê berdewam in û tê payîn ku hejmara birîndaran zêdetir bibe.   Meclisa Ehdasê jî têkildarî teqînê ji ANHA’yê re axivî û da zanîn ku teqîn li Komuna 7’an pêk hatiye. Meclisê destnîşan kir ku dema koçberên Efrînê û şêniyên kantona Şehbayê ji bo alîkariya xwarinê kom bûyîn ev teqîn pêk hatiye.