Parlamenter Kaçmaz: Divê berpirsiyarên mirina Aksem bên cezakirin 2022-03-30 14:53:56   ENQERE - Hevberdevkê Komîsyona Zarokan a HDP’ê Huseyîn Kaçmaz diyar kir ku kesên tevdîrên pêwîst negirtîn berpirsyarên mirina Muharrem Aksem in û wiha got: “Divê desthilatdarî di zûtirin dem de rastiyê aşkere bike û berpirsyaran ceza bike.”    Hevberdevkê Komîsyona Zarokan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Huseyîn Kaçmaz li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist. Kaçmaz, têkildarî mirina Muharrem Aksem (16) ku li navçeya Eyûbiye ya Rihayê li cihê telîma guleberdanê hatibû kuştin daxuyanî da. Kaçmaz, diyar kir ku israra desthilatdariya ya di polîtîkaya neçareserkirina pirsgirêka kurd û şer de, Kurdistan veguherandiye qada şer û wiha got: “Li gorî Rapora Binpêkirinên Mafên Jiyanê yê Zarokan ku Navenda Dokumantasyonê ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di 19’ê mijdara sala 2021’an de weşand û binpêkirinên di navbera salên 2011 û 2021’an de digire dest, di nava van salan de li Kurdistanê 228 zarokan jiyana xwe ji dest dane. Li gorî rapora Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê jî di navbera salên 2011-2021’an de ji ber sedemên ‘mayin, pevçûn û bermahiyên şer’ 45 zarokan jiyana xwe ji dest dane.”    POLÎTÎKAYÊN ŞER    Di berdewamê de Kaçmaz anî ziman ku di nava 10 salan de li Kurdistanê nêzî 300 zarokan jiyana xwe ji dest da ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Israra dewletê ya di şer de dike ku hema hema her roj zarokek were qetilkirin. Mixabin, herî dawî di 24’ê adarê de zarokê bi navê Muharrem Aksem ê 16 salî piştî ku êvarê nehatî malê, malbata wî îlana windabûnê dide û piştre jî li Taxa Mîcît a navçeya Eyûbiye ya Rihayê cenazeyê wî hat dîtin. Cenazeyê Muharrem di nîva şevê de rakirin Saziya Tipa Edlî ya Rihayê. Li gorî pêşotopsiyê; destekê Muharrem pê ve nebû, di rû û laşê wî de jî ji ber parçeyên metalan 12 birînên vekirî çêbûne. Di hesabên medyaya civakî ya Muharrem de wêneyên bombeyên xazê û çekên neteqiyayî hene. Ev jî nîşan dide bê ka li deverên ku zarokên kurd lê dijîn muhîmat çiqas bi hêsanî tên dîtin.”    ‘YÊN KU TEVDÎR NEGIRTIN BÛNE SEDEMA CÎNAYETÊ’    Walîtiya Rihayê di daxuyaniya xwe ya têkildarî bûyerê gotibû ku qada navborî ji sala 2005’an heta niha weke qada perwerdeyê tê bikaranîn. Kaçmaz, bal kişand ser daxuyaniya walîtiyê û wiha domand: “Lê dema em li mewzûatê dinihêrin, dibînin ku ji bo vê qadê tevdîrên li gorî mewzûatê nehatine girtin. Lewma em dipirsin; çima ji bo devera ku Muharrem lê miriye tevdîr nehatine girtin? Çima alayên sor li dora qadê nehatine danîn û têla direhî lê dora wê nehatiye kirin. Heta xelkê herêmê jî ser negihandine ku ev dever qada telîma guleberdanê ye. Kes û saziyên ku di vê mijarê de tenê yek berpirsiyariyeke xwe pêk ne anîn, bûne sedema vê cînayetê.”    ZIRXÊ NECEZAKIRINÊ   Bi domdarî Kaçmaz destnîşan kir ku sedema negirtina tevdîran polîtîkaya necezakirinê ye û wiha pê de çû: “Daxuyaniyên Baroya Rihayê û ÎHD’ê jî van agahiyan piştrast dike. Ji ber ku ev qadên telîma guleberdanê li nava jîngehan de ne û divê ji wir bên derxistin. Em dipirsin; gelo ji bilî erdnîgariya kurdan cihekî din heye ku bêyî tevdîran telîma guleberdanê lê hatiye vekirin? Berpirsyarên vê cînayetê, ew kes in ku tu tevdîr negirtine. Bi taybet jî polîtîkaya şer a desthilatdariya AKP-MHP’ê, li erdnîgariya kurdan gihiştiye asta dijminatiya zarokan. Êdî ewqas bêperwa bûne ku di roja cejnê de zarokên 2 salî di lêgerîna tazî re derbas dikin, ji dehan zarokan mînaka xwînê girtin û şopa tiliyê ya zarokên 5 salî girtin. Ev kiryare tevek jî bingeha xwe ji israra desthilatdariyê ya di şer û neçareseriyê de û zirxê necezakirinê digire.”    JI BO POLÎTÎKAYÊN NECEZAKIRINÊ ÇENDEK MÎNAK   Kaçmaz, ji polîtîkayên necezakirinê çendek mînak rêz kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo ku lêpirsîneke edlî ya adilane neyê destpêkirin û cezayeke pereyan a sivik bê dayîn, walî, qeymeqam û saziyên têkildar serî li rêyên cuda didin. Heta duh jî polîsê ku Efe Tektekîn qetil kirî beraet kir. Muhammet û Furkan Yildirim, Mîraç Mîroglu, Cemîle Çagirga, Mazlum Akay, Dogan Teyboga, Umut Furkan, Îzzettîn Boz, Mehmet Nûrî, Ceylan Onkol, Ugur Kaymaz, 17 zarokên li Roboskê hatine qetilkirin... Ev zarok, çendek zarokên ku ji sala 1988’an heta niha hatine kuştin in. Gelemperiya berpirsyaran nehatin darizandin û cezayek lê nehat birîn.”    ‘DIVÊ LÊKOLÎNÊN PÊWÎST BÊN KIRIN’    Parlamenter Kaçmaz, daxuyaniya Walîtiya Rihayê jî weke hewldana “nixûmandina sûc” pênase kir û axaftina xwe wiha xelas kir: “Li gorî me bi daxuyaniyên xwe hewl didin ku heqîqet neyê zanîn. Wek HDP’ê em ê vê dozê bişopînin. Banga me ji walîtî û saziyên dewletê yên pêwendîdar ew e ku berpirsyariya xwe bi cih bînin û lêkolîn û lêpirsîna xwe bidin destpêkirin. Divê desthilatdarî di zûtirin dem de heqîqetê derxîne holê û têkildarî mirina Muharrem hem malbata wî û hem jî raya giştî agadar bike.”