Şahidên qetilkirina li Qazakîstanê: Dewlet piştgiriya nijadperestiya li dijî kurdan dike 2022-03-30 15:29:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Gundiyên ku şahidî ji qetilkirina Xanim Koçariavna Rûstemova ya di êrîşa nîjadperestî ya li gundekî kurdan ê Qazakîstanê de kirin, diyar kirin ku êrîşên nîjadperestî yên li dijî kurdan encama polîtîkayên dewletê ne û xwestin dengê wan bê bihîstin.    Xanim Koçarievna Rûstemova ya 66 salî di 25'ê Adarê de li gundê kurdan Tugan Ayil (Sovetskoy) ê navçeya Sairam a herêma Turkistan a Qazakîstanê di encama êrîşa nijadperestan de jiyana xwe ji dest da. Kesên li Tugan Ayîl û gundên derdorê dijîn, têkildarî êrişên li ser kurdan û helwesta dewletê ji Jinnewsê re axivîn.    Li gorî agahiyên ji gundiyên Sovetskoyê û cîran hatin girtin, beriya êrişê jî ciwanên Qazakistanê êrişî zarokên kurd dikin û gotinên nîjadperest ji wan re dikin. Li ser bûyerê kurê Xanim Koçarîevna jî dixwaze bikeve navberê lewra ji wî re jî gotinên nijadperest tên kirin. Li ser êriş û gotinên çewt, kurê Xanim Koçarîevna jî telefonî polîsan dike û giliyê xwe parve dike. Polîs axaftinên ku wan mijûl bike bikartîne û nayên cihê bûyerê. Ciwanên Qazak jî dibêjin “Ji xwe polîs ji hevalên me ne, hun biyanî ne.” Kurê Xanim Koçarîevna ku dixwaze zarokên kurd ji êrişa wan xilas bike dubare êrîş lê tê kirin. Li gorî agahiyan di şer de 2 ciwanên Qazak jî birîndar dibin. Li ser vê yekê ew bi komek girseyî re êrişê mala Xanim Koçerîevna dikin. Ev girse ji 10 kesan zêdetirin û ji ber gengeşeya derdixin Xanim Koçarîevna paşve diçe. Lewra bi rengekî derî vedikin û divekin hundir û rûyê Rûstemova bi benzînê dişewitînin. Piştî demek kurd jî Rûstamova li nexweşxanê jiyana xwe ji dest dide.    HER TIM ÊRIŞÊN NIJADPEREST TÊN KIRIN   Di serdema şerê ku li herêmê dihat meşandin gelek kurdên herêma Serhedê di navbera 7’ê Tîrmeh û Mijdara 1937’an de neçarî koçberiya ber bi Qazakistan û Nahçîvanê dibin. Gelek ji wan kurdên ku li  Nahçîvanê bi cih bûne  jî derbazî Qazakistanê dibin û li wir li çend gundan bi cih dibin. Yek ji van malbatên kurd jî malbata Xanim Koçarîevna ku li gundê Sovetskoyê bi cih dibin. Ev gund jî navê xwe ji kurdên koçber bûne digire. Lewra ev gundên di nav sînorê Qazakîstanê de ne hertim êrîşên nîjadperest li wan hatine kirin û ev êriş niha jî berdewam dikin. Li gorî agahiyên me ji gundiyan girtine Qazak dibêjin “Me ne dizanî ku kurd li hemberî birayên me yên tirk şer dikin. Wê nêzîkatiya me hîn cudatir ba.”    DIJMINATIYA KURDAN DIKIN   Kesê ku agahî parvekirin ji ber ewlehiya xwe nexwest nav bide û wiha got: “Gotin û nêzîkatiyên ku kurdan biçûk dixin dikin. Ev dewlet me naxwaze. Gelek nîjadperest û faşîst in. Bi taybetî ji kurdan acizin. Ji xwe ji bo ku heskirina xwe ya li hember Tirkiyeyê nîşan bidin ji herêma ku em lê ne weke Tirkistan bi nav kirine. Hevkarên Tirkiyê ne û bi wê awayî jî dijminatiya kurdan dikin. Di gelek êrişên bi vî rengî de, ger mijar êrişkirina kurdan be, bêyî ku gelê Qazakistanê sedem fêr bibe alîkariya hev dikin û êrişî kurdan dikin. Beriya niha jî êrişek bi heman rengî pêkhat û xaniyên kurdan şewitandin.”   DEWLET Û ÇAPEMENÎ BÊDENG IN    Heman kesî axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ev êrişa ku li ser mala Xanim Rûstemova pêkhatiye jî bê guman êrişek nîjadperestî ye û nayê qebûlkirin. Dewlet bê deng e û çapemeniya wan jî bê deng e. Ewqas bûyerek ji rêzê nîne jinek kurd hate qetilkirin û qet di çapemeniyê de jî dernakeve. Dewlet jî weke her êrişa li ser kurdan pêkhatiye dixwaze weke şerê di navbera cîranan  de nîşa bikin. Em baş dizanin ev ne şerê cîrantiyê ye, ev êrişa li ser kurdan e.”   ‘DIVÊ HERKED DENGÊ ME BIBÎHIZE Û ME TENÊ NEHÊLIN’   Kesê ku navê xwe neda û axivî wiha dawî li axaftina xwe anî: “Êdî tehamûla me nemaye. Lewra weke fêrbûnek lê hatiye, divê em koletiya wan qebûl nekin. Mixabin kurd çavtirsandî kirine. Kurdan bêxwedî dibînin. Di êrişên bi vî rengî de ji ber ku dewlet xwedî li wan dernakeve êdî kurd nema dikarin pirsgirêkên xwe vebêjin jî. Tenê di dema hilbijartinan de tên gund û bi me re diaxivin. Weke nişane yekî kurd ku alîgirê dewletê ye xistine meclîsê. Lê belê kes tiştê ku kurd li herêmê dijîn nayne ziman.  Bi sucdariyan û êrîşan dixwazin me bêdeng bikin. Kurdan wekî şerger û kujer didin nasîn. Divê herkes dengê me bibihîze me tenê nehêlin.”