Parêzer Tarik Guneş hat tehliyekirin 2022-03-30 16:33:25   MÛŞ - Serokê ÎHD’a Mûşê yê berê Tarik Guneş ê girtî dihat darizandin di danişîna ewil de hat berdan.    Serokê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Mûşê yê berê parêzer Tarik Guneş di 12’ê sibatê de hatibû girtin. Danişîna ewil a doza Guneş îro li Dadgeha Cezayê Giran a Mûşê hat lidarxistin. Gelek parêzeran piştevaniya hevpîşeyê xwe Guneş kirin û di danişînê de amade bûn. Guneş ê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propaganda rêxistinê” dihat darizandin ji girtîgehê bi rêya SEGBÎS’ê tevli danişînê bû.    Guneş û parêzerên xwe parastinê kirin û sûcên hatine nîşandan red kirin. Guneş û parêzer daxwaza berdanê û beraetê kirin. Dozger xwest Guneş girtî bê darizandin û bê cezakirin. Dadger biryara xwe eşkere kir û biryara tehliyeya Guneş da. Danişînek din taloqî 22’yê hezîranê hat kirin.