DBP: Xwedî derketina Qazî Mihemed bi xebatên yekitiya neteweyî pêkan e 2022-03-31 10:51:02     NAVENDA NÛÇEYAN - DBP’ê di salvegera darvekirina damezrînerê Komara Kurdistan a Mehabadê Qazî Mihemed de ew bi daxuyaniyeke nivîskî bi bîr anî û got: “Divê em ji bîr nekin ku xwedî derketina bîranîna Qazî Muhammed  bi hewldanên xurt a xebatên yekîtiya neteweyî pêkan e.”   Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di salvegera darvekirina damezrînerê Komara Kurdistan a Mehabadê Qazî Mihemed de ew bi daxuyaniyeke nivîskî bi bîr anî. DBP’ê bi bîr xist ku Qazî Mihemed 75 sal berê îro ji aliyê rejîma şah ya Îranê ve hat darvekirin û wiha got: “Qazî Mihemed, lehengê gelê kurd, ji bilî siyasetvanekî ew, rewşenbîr û zanayekî wê serdemê bû ku hemû jiyana xwe ji bo azadiya gelê kurd feda kir û di vê rêyê de bedelên mezin dan.”   ‘HÊVÎDAR IM HÛN Ê JI MIRINA ME DERS BIGIRIN’   DBP’ê da zanîn ku Qazî Mihemed ji bilî damezrandina Komarê ji bo yekitiya netewî ket nav hewldanan û wiha berdewam kir: “Pêşewa Qazî Mihemed; ji bo azadiya kurdan, ne tenê Komara Kurdistanê ya Mahabadê damezirand di heman demê de ji bo avakirina yekîtiya neteweyî jî ket nav hewldanan û ji bo vê yekê jî gelek ked da. Her wiha di nefesa xwe ya dawî de jî bal kişand ser girîngiya rizgariya kurdan ji destê rejîmên mêtinger a bi rêya yekitiyê û bal kişand ser komployên hêzên herêmê. Li ser kursiya sêdarê  têkoşîna xwe radestî nifşên paşerojê kir û got ‘Hêvîdar im hûn ê ji mirina me ders û îbretan bigirin’.”   ‘EV DARVE KIRIN HEWLDANA DARVE KIRINA YEKITIYA KURDAN E’   DBP’ê destnîşan kir ku gelê kurd îro bi bi xetereyên mîna serdema Komara Mehabadê re rû bi rû ne û got: “Ji aliyekê ve hewldanên têkbirina destkeftiyên kurdan ên bi destê hêzên heremê û bazariyên wan, li aliyê din jî astengiya komên siyasî yên berjewendîparêz li pêşiya yekîtiya neteweyî ya kurd bi bandor didome. Di salvegera darvekirina Qazî Mihemed de, em careke din cenabê wî bi rêzdarî  bi bîr tînin û diyar dikin ku têkoşîna wî ya ji bo gelê kurd rêya me ronî dike. Bi vê munasebetê divê  gelê kurd û nûnerên wan ji bîr nekin ku ev darvekirina 75 sal berê hewldana darvekirina azadî û yekitiya kurdan e û divê em ji bîr nekin ku  xwedî derketina bîranîna Qazî Muhammed  bi hewldanên xurt a xebatên yekîtiya neteweyî  pêkan e.”