Danişîna rojnameger Canozer taloq bû 2022-03-31 12:40:11 AMED - Rojnameger Berîtan Canozer ku ji ber parvekirinên hesabekê medya sanal ku ne yê wê ye tê darizandin, danişîna wê taloq bû.  Yekemîn danişîna doza ku bi angaşta "bi rêya çapemeniyê propagandaya rêxistinê kiriye" li Rojnameger Berîtan Canozer hatibû vekirin, li 4'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Canozer û parêzerê xwe Resûl Tamûr li danişînê amade bûn. Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP), Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS), MLSA, Woman In Journalist û gelek rojnamegeran danişînê şopandin.    'HESAB NE YÊ MIN E'   Destpêkê Canozer mafê axaftinê girt û sûcdariyên li xwe red kir û bi bîr xist ku beriya niha ji ber parvekirinên bûna mijara sûcdarkirina wê hatiye darizandin. Canozer, da zanîn ku hesabê bi navê "Beritan Sarya" ku di doznameyê de derbas dibe ne wê ye û wwiha got: "Ji ber ku parvekirin ên beriya 10 salan e nayên bîra min. Hesabê Berîtan Sarya ne yê min e û beriya niha ji ber vê hesabê hatibûm darizandin. Derbarê min de biryara neşopandinaê hat dayîn. Heke ev hesab bê lêkolînkirin wê bê fêmkirin ku ne li Tirkiyeyê tê bikaranîn. Daxwaza beraeta xwe dikim."   DAXWAZ    Parêzerê Canozer Resûl Tamûr jî destnîşan kir ku muwekîla wî rojnameger e û ji ber vê timik bi tacîza darazê re rû bi rû dimîne û wiha got: "Beriya niha muwekîla min bi angaşta "endamtiya rêxistinê" hatibû binçavkirin. Ji ber hesabê wê yê medya sanal timik lêpirsîn lê tên vekirin. Teqez e ku muwekîla me hesabê bi navê "Berîtan Sarya" bi kar nayne. Vê derbarê de di 12'ê mijdara 2021'an de biryara neşopandinê hatiye dayîn. Di çarçoveya lêpirsînên ku beriya niha hatine meşandin de derbarê hin dozan de biryara taloqkirina ceza hatiye dayîn. Dozek jî di asta dadgeha bilind de ye. Destpêkê em ji bo vê dosyayê daxwaza ketinê dikin. Heke ev nebe jî em daxwaz dikin ku ji Miduriyeta Polisan a Amedê re nivîs bê nivîsandin û bê pirsîn ku derbarê muwekîla me de dosyayên vekolînê hene yan na."   Dadgehê, daxwaza parêzer red kir û danişînê taloqî 21'ê hezîranê kir.