Ferît Şenyaşar: Xelk wê vê neheqiyê ji bîra neke 2022-03-31 12:45:42 RIHA - Ferît Şenyaşar ê li gel dayika xwe 388 roj in Nobeda Edaletê digire got: “Tişta ku li me kirin, li xelkê kirine. Xelk wê vê neheqiyê ji bîra neke.”  Beriya hilbijartina 24’ê Hezîrana 2018’an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî ferdên malbata Şenyaşar kirin û sê ferdên malbatê kuştin. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) ji bo di dozê de edalet pêk were û dosyeya qetlîama li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê bê vekirin, ferdê malbatê Fadil Şenyaşar ê girtî ye bê berdan, ji 9’ê Adara 2021’an ve li ber Edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê digire. Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 388’emîn de berdewam dike. Emîne û Ferît Şenyaşar wek her rojê ji navçeya Pirsûsê hatin li ber edliyê û noebed girtin.    Ferît Şenyaşar ê li gel dayika xwe 388 roj in bênavber Nobeda Edaletê digire wiha got: “388 roj in ji bo edalet were em li ber edliyê ne. Li hemberî malbata me qetlîamek hat kirin. Piştî qetlîamê me wekî ‘terorîst’ ragihandin. 3 însan di hundirê nexweşxaneya dewletê de hatin qetilkirin. Kesek nehatiye girtin. Hiqûqa serdestan tê sepandin. Aştiya bêedalet nabe. Divê ewilî edalet bicih bibe.  Tişta ku li me kirin, li xelkê kirine. Xelk wê vê neheqiyê ji bîra neke. Wexta ku roja wê were dê bi rêyên demokratîk hesaba tiştên hatine serê xelkê dê bipirse.”