Dayika Sîbel Balaç: Keça min 25 kîlo dane 2022-03-31 14:02:50   ENQERE - Sibel Balaç 102 roj in bi daxwaza “darizandineke adil” di rojiya mirinê de ye. Dayika Balaç, Nûray Balaç a serdana keça xwe kir, xwest ku daxwazên keça wê bên qebûlkirin û got: “Rewşa wê nebaş bû. Sîbel 25 kîlo dane.”   Sîbel Balaç ku ji bo piştgiriya Berxwedana Yukselê ya piştî derxistina kar a bi sed hezaran kedkarên cemaweriyê bi Biryarnameyên di Hukmê Kanûnan de (KHK) li Enqereyê dest pê kir di 10’ê Kanûna 2018’an de hatibû binçavkirin û girtin. Bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 8 sal mehek û 15 roj cezayê hefsê li Balaç hatibû birîn. Sîbel Balaç bi daxwaza “darizandina adil” di 19’ê Kanûna 2021’an de li Girtîgeha Jinan a Sîncanê kul ê tê ragirtin dest bi rojiya mirinê kiribû. Çalakiya rojiya mirinê ya Balaç di roja 102’yemîn de ye.    Dayika Balaç, Nûray Balaç di 28’ê Adarê de li girtîgehê serdana keça xwe kir. Balaç, qala rewşa tenduristiya keça xwe kir û bi lêv kir ku keça wê ser hev cezayê hucreyê girtine û cezayên wê yên hucreyê bi komî dikin 700 roj. Balaç, da zanîn ku keça wê bi sûcdariyên bêbinî re rûbirû ye û wiha got: “Wê nabin nexweşxaneyê jî. Di guhên wê de pirsgirêk heye û rîska ku ji rûyê xwe ve felç bibe heye. Li girtiyên nexweş jî mûameleyeke nebaş dikin.”   ’25 KÎLO DANE’   Dayik Balaç, da zanî ku keça wê 25 kîlo dane û wiha berdewam kir: “Weke her carê ji min re got ‘Dayê ez baş im, meraqa min neke’. Lê rewşa wê nebaş bû. Ez bang li rayedaran dikim dengê keça min bibîhizin. Gelek giran e ku ez li pişt camên li keça xwe binêrim. Gelê me hewl dide dengê keça min bidin bihîstin. Ez spasiya wan kesên ku hewl didin dengê me bidin bihîstin dikim.”   Dayik Balaç, destnîşan kir ku heta daxwazên keça wê neyê qebûlkirin dest ji çalakiya xwe ya rojiya mirinê bernade û wiha bang kir: “Gelek kesên di vê rewşê de hene. Gokhan Yildirim jî ji keça min piştî hefteyekê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Malbata wî geriya, rewşa wî vegot, neheqî li wî jî hatiye kirin. Ji kerema xwe dengê van ciwanan bibîhizin.”