Nobeda Edaletê ya li Stenbolê di hefteya duyemîn de ye 2022-03-31 15:01:29   STENBOL - Malbatên girtiyan ku li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ji hefteyê carek Nobeda Edaletê li Stenbolê dane destpêkirin ji aliyê polîsan ve bi hinceta qedexeyên çalakiyan hat astengkirin.   Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku berdana wan hatiye taloqkirin bên li Stenbolê dest bi Nobeda Edaletê kiribûn, nobeda xwe berdewam kirin. Malbata xwest vê hefteyê jî li ber Edliyeya Çaglayana Stenbolê di hefteya duyemîn de nobedê bigire, lê belê polîsan çalakî asteng kir.    Beriya ku malbat dest bi Nobedê bikin polîsan Fincê Akman a dayika Yakûp Akman li Girtîgeha Silîvriyê nexweşe bi hêceta “çalakiya bi sûc dike” binçav kirin.    Hat zanîn Qeymeqamtiya Navçeya Kagithaneyê ji bo dema 15 rojan her cûre çalakî û daxuyanî bi hêceta “ewlehiyê” qedexe kiriye.    Piştî çend saetan ku derbarê Fincê Akman girtek hat amadekirin, hat berdan. Gelek malbat û parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Stenbolê tevli çalakiyê bûn. Tevî astengiyan jî malbat demek li ber edliyê sekinîn û daxwaza xwe ya edaletê dubare kirin.