Kesên li Şirnex,Wan û Erdexanê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2022-03-31 18:46:16   ŞIRNEX - Kesên ku li Şirnex,Wan û Erdexanê hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan.   Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê de, di 29’ê Adarê de li gundên Hetman û Zivingê yên navçeya Basa ya Şirnexê Fîkret Şen û jina bi navê KUmrî ya 501 salî ya paşnavê wê nehat hînbûn, li Erdexanê ajokarê TIR’ê Seyfeddîn Kaplan û li Wanê jî Endamê Meclîsa Partiyê (PM) ya HDP’ê Sînan Kaya hatibûn binçavkirin. Her çar kes piştî îfadeyên li midûriyetên polîsan anîn Şirnexê. Dozgeriyê sê kes berdan û Sînan Kaya jî bi şertê kontrola edlî û cezayê hepsa malê sewqî dadgehê kir. Dadgehê Kaya serbest berda.