Îstinafê cezayê ku li kiryarê destdirêjiyê Orhan hatibû birîn erê kir 2022-03-31 19:11:01   NAVENDA NÛÇEYAN- Dadgeha Îstinafê cezayê li çawîşê pispor Mûsa Orhan ku destdirêjî Îpek Er kiribû û Er ji ber vê xwe kuştibû, hatibû birîn erê kir.    Dadgeha Îstinafê cezayê ku li çawşê pispor Mûsa Orhan hatibû birîn, erê kir. Îsonafê 10 sal cezayê hepsê ku di 31'ê Kanûna 2021'ê de li Orhan hatibû birîn erê kir.   Çawîşê pispor Mûa Orhan li Sêrtê dest dirêjî Îpek Er kiribû û Er ji ber vê xwe kuştibû. Piştî vê Mûsa Orhan di 19'ê Tebaxa 2021'ê de hatibû girtin û di 25'ê Tebaxê de jî hatibû berdan.   Di danişîna meha Îlonê ya li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Sêrtê dadgehê daxwazên jib o girtina Oran red kiribûn û di 3'yê Kanûna 2021'ê de jî 10 sal ceza li Orhan birîbû.