ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2022'YAN 2022-04-01 09:00:12 * Rojnameger Rojbîn Denîz diyar kir ku dîwarê ku di navbera Şengal û Rojava de hatiye çêkirin berdewama fermanê ye û wiha got: "Şengal jî di nava planên Tirkiyeyê yên êrîşa li ser başûrê Kurdistanê de ye. Bi vî diwarî Şengal hat dorbêçkirin."  * Dayikên Aştiyê diyar kirin ku rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bo wan tê wateya hebûna gelê kurd û wiha gotin: “Serok, ruh û canê me ye. Em dixwazin Serokatî were berdan.”    * Hevserokê MED TUHAD-FED'ê Zekî Baran, diyar kir ku dê bi boneya roja jidayikbûnê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li her derî "darên vejînê" deynin û ji bo azadiya Ocalan ber bi Amarayê ve bimeşin.    * Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk ji bo roja jidayikbûnê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan got: "Divê her kes berê xwe bide Amarayê û careke din peyamê bide îqtidarê."    * Mahsûm Karaoglan, di 4'ê Nîsana 2009'an de, di meşa Amarayê de bi guleya dewletê jiyana xwe ji dest dabû. Lêpirsîna derbarê mirina wî de 13 sal in bi biryara "veşarî" tê astengkirin û doza li DMME'yê jî hê didome.   * Serokê Komeleya Cotkaran Mîkaîl Erbey, destnîşan kir ku ji ber zêdebûna maliyetan êdî dê cotkar ji neçariyê ji bo kar biçin ber Îş-Kûrê û têkevin dorê û got: "Mazotê pişta cotkaran şikand."    * Cenazeyê Zindan Yenî yê HPG'î nadin malbatê. Dayika wî Menîce Yenî, ragihand ku telefonî dozgeriyê kirine, lê dozgeriyê bi vî awayî gef li wan xwariye: "Hûn çim me aciz dikin. Em ê giliyê we bikin."    * Endama OGK’ê Tayan Kara ku ji bo Konferansa Jinên Ciwan bang kir, diyar kir ku yekane rêya xelasiyê ya li dijî hişmendiya dewlet û zilam, têkoşîna jinan a birêxistinbûyî ye û hemû jinên ciwan vexwend konferansê.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 389'emîn de berdewam bike.    * Danişîna 11'emîn a Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran dê li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)   *  Endamên Jin ên Yekîtiya Tabîban dê li hotêlek Amedê di çarçoveya "Koreya Hekîmên Jin û Tenduristiya Jinan" li hev bicivin. (12.00)   * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin dê li Wan û Îzmîrê berdewam bike. (13.00-16.00)   * ÎHD'a Êlihê dê têkildarî binpêkirinên mafên mirovan li Parka Ataturkê daxuyanî bide çapemeniyê. (13.30)