Dayikên Aştiyê: Serok, ruh û canê me ye 2022-04-01 09:00:35 STENBOL - Dayikên Aştiyê diyar kirin ku rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bo wan tê wateya hebûna gelê kurd û wiha gotin: “Serok, ruh û canê me ye. Em dixwazin Serokatî were berdan.”  Rêberê PKK Abdullah Ocalan di 4’ê nîsana sala 1949’an de li gundê Amara yê Xelfetî ya Rihayê ji dayik bû û di 4’ê nîsana îsal de jî dikeve 73 saliya xwe. Gelê kurd ji bo pîrozkirina roja ji dayik bûna Ocalan, ji sala 2004’an heta sala 2017’an bi dirûşma “Azadiya Rojê” berê xwe dan Amarayê û “Rêwîtiya Rojê” dikirin. Lê belê ji ber qedexeyan û pandemiyê, di van salên dawî de meşên ber bi Amarayê ve nehatin lidarxistin. Meş û şahiyên her sal bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAD-FED) dihatin lidarxistin lê belê piştî ku komele bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hate girtin, êdî gel bi derfetên xwe berê xwe dide Amarayê.    Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Stenbolê, her sal di 4’ê Nîsanê de berê xwe didin Amarayê. Dayikên ku dixwazin mîna her carê îsal jî biçin Amarayê, bi ajansa me re axivîn.    ‘ME BÊRIYA SEROKÊ XWE KIRIYE’   Ji dayikên aştiyê Feleknaz Karabaş qala pîrozbahiyên berê kir û wiha got: “Ji bo pîrozkirina rojbûna Serokatiyê, em bi rojan berê ketibûn rê û çûn Amarayê. Kelecaneke mezin di dilê me de hebû. Hesteke wisa bi me re hebû ku qey dibêjî ber bi bihûştê ve diçî. Pîrozbahî, weke şahiyê derbas dibûn. Kelecaneke wisa bi me digirt ku em bi dehan kîlomîtroyan bi meşê diçûn. Ev çendek sal in çûyîna wir hatiye qedexekirin û em nikarin biçin. Me bêriya serokê xwe kiriye. Em, azadiya serokê xwe dixwazin.”    ‘ROJBÛNA SEROK BO ME MÎNA CEJNÊ YE’    Bi domdarî Karabaş anî ziman ku rojbûna Ocalan bo wan weke rojeke cejn û şahiyê ye û wiha axivî: “Ax a ku Ocalan lê ji dayik bûye, axeke pîroz û binirx e. Mîna hevdîtina bi malbatê re, çûyîna gundê Serok jî qedexe kirine. Dixwazin Serok bi me bidin jibîrkirin ku êdî kesek behsa wî neke. Sedema hemû qedexeyan jî ev e. Tevî her tirs, kul û derdan jî Serokê me her tim di nava dilê me de ye. Em tevek jî bi Serokê xwe re ne. Bila hemû kes baş pê bizane ku kesek nikare Serok bi me bide jibîrkirin. Bila dijmin keyfa xwe xweş neke ji ber ku em Serokê xwe ji bîr nakin. Serok, ruh û canê me ye. Bi milyonan kesên li qadên Newrozê kom bûyîn, bi Ocalan re ne. Gelê me ji bo serokê xwe li qadên Newrozê bû. Hewceye bi milyonan kes biçe Amarayê û heman peyaman di 4’ê Nîsanê de jî bide.”    ‘JIN BI SEROK APO RE AZAD BÛN’   Yek ji dayikên Aştiyê Çîçek Çakir jî 8 salan li ser hev ji bo pîrozkirina rojbûna Ocalan di 4’ê Nîsanê de çû Amara yê. Çakir, diyar kir ku 4’ê Nîsanê bo wan tê wateya ronîbûna Rojhilata Navîn û ev tişt anî ziman: “Gotin û nivîsandin bi têrî vegotina vê rojê nakin. Ji bo jinên cîhanê 4’ê Nîsanê rojeke pîroz e. Ji zarokan heta ciwan û pîran, rojbûna Serok ji bo hemû kesî xwedî wateyeke girîng e. Gelê kurd bi vê rojê re li dijî bindestiyê serî hil dide. Jinan, bi Serok re xwe nas kirin. Serokatî bo jinan rêz girt û got jin heye. Jin, bi Serok re azad bû.”    ‘SEROK APO NASNAMEYA GEL E’   Di berdewamê de Çakir daxuyand ku her sal li çavrêya rojbûna Ocalan disekinin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez di çi şahî û cejnan de cilên kurdî li xwe nakim. Lê ji bo ku di rojbûna Serok de li xwe bikim, li her deverê li cil û bergên kurdî digerim. Dibe ku çapemeniya tirk nîşan neda be lê gelê kurd di pîrozbahiyên 8’ê Adarê û Newrozê de peyama xwe da. Gelan, li qadan bo Serok silav şandin. Em dixwazin êdî tecrîd bi dawî bibe. Serokatî, nasnameya gelê kurd e û sed sal jî derbas bibin em ê her bi wî re bin.”   ‘GEL JI TARÎTIYÊ XELAS KIR’   Çakir, xwest ku ev sal bibe sala azadiya Ocalan û axaftina xwe wiha qedand: “Bila êdî serokê me berdin. Beriya Serokatiyê, hemû gelên bindest ên Rojhilata Navîn di tarîtiyê de bûn. Lê bi 4’ê Nîsanê re derketin ronahiyê. Ronahiya ji rojbûna Serok derketî, belavî hemû cîhanê bû. Hemû gelên bindest ên cîhanê bi saya Rêber Apo re derketin ronahiyê. Gel, bi paradîgmaya Serok Apo re azad bûn û rêya azadiyê jê re vebû. Digotin ku qey dê bi girtina Serok re her tişt bi dawî bibe. Lê bi girtina wî re serhildan çêbûn. Dewlet jî dizane ku heke Serokatî tiştekî bibêje, ji bo gelê kurd av û çem disekine û şewq dide cîhanê.”