Mafê berdana Kara yê 29 sal in girtî ye tê astengkirin 2022-04-01 10:15:45 WAN - Girtiyê nexweş ê giran Hîkmet Kara yê 29 sal in girtiye û li Girtîgeha Wanê tê ragirtin, di nameya ji Şaxa ÎHD’ê re şand de diyar kir ku tevî cezayê wî yê hefsê ketiye bin 3 salan de jî mafê wî yê berdana bi şertê kontrola edlî bi awayekî keyfî tê astengkirin.  Girtiyê nexweş ê giran Hîkmet Kara yê 29 sal in girtiye û niha li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê tê ragirtin, tevî ku cezayê wî yê hefsê ketiye bin 3 salan jî mafê wî yê berdana bi şertê kontrola edlî tê astengkirin. Kara, yê di sala 1993’yan de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû binçavkirin û di encama darizandina Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) de cezayê hefsê yê muebbetê lê hatibû birîn, diyar kir ku mafê wî yê berdana bi şertê kontrola edlî bi awayekî keyfî tê astengkirin û bi nameyekê serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Wanê da.    GELEK NEXWEŞIYÊN WÎ HENE   Kara, di nameya xwe de da zanîn ku gelek nexweşiyên wî hene û di mijara xwe gihandina tenduristiyê de pirsgirêkên cidî dijî. Kara, bi lêv kir ku nexweşiyên dil, KOAH, mîde û şekirê pê re hene, di demekî nêzîk de 5 caran xwîn çûye ser mîdeyî wî û wiha got: “Serlêdana min ji bo mafê xwe yê berdana bi şertê kontrola edlî kiribû nehate qebûlkirin. Raporên min ên ji ber nexweşiyên xwe yên giran ji Saziya Tiba Edlî (ATK) re şandin jî nehatin qebûlkirin. Ez dizanim ku ev rewş keyfî ye.”   ‘NIKARIM JI MAFÊ XWE SÛDÊ BIGIRIM’   Kara, destnîşan kir ku mafê wî berdana bi şertê kontrola edlî bi awayekî keyfî tê astengkirin û ev tişt gotin: “Kesekî ku niha 27 sal in di girtîgehê de ye divê ji şertê kontrola edlî sûdê bigire. Weke hûn dizanin mafê berdana bi şertê kontrola edlî derxistin 3 salan lê tevî ku min serlêdan kiriye jî nikarim ji vî mafê xwe sûdê bigirim. Ji bo ku ev bihiqûqiya dijîm ji holê rabe li benda piştgiriyê me. Ji ber ku ne pêkan e em vê bêhiqûqiyê qebûl bikin.”