Lêpirsîna fîkandinê bi dozvenekirinê bi encam bû 2022-04-01 11:32:59   MÊRDÎN - Lêpirsîna bi hêceta di binçavan de fîkandiye derbarê rojnamevan Ahmet Kanbal de hatibû destpêkirin, bi dozvenekirinê bi encam bû.    Nûçegihanê ajansa em Mezopotamyayê (MA) Ahmet Kanbal di 14’ê tîrmeha 2019’an de li Mêrdînê di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin. Kanbal di nezaretxaneyê de difîkîne û bi hêceta fîkandinê derbarê wî de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Dozger derbarê vê lêpirsîna Kanbal de biryara dozvenekirinê da.    Kanbal bi hêceta ku nûçeyên greva birçîbûnê ya têkildarî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de çêkiribû hatibû binçavkirin. Kanbal sê rojan bi tenê di nezaretxaneyê de hatibû hiştin û pişt re hatibû berdan.