Malbata Şenyaşar: Ya ku pîroz, jiyaneke birûmet û adilane ye 2022-04-01 11:43:45   RIHA - Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome. Malbatê diyar kir ku tişta pîroz, jiyaneke birûmet û adilane ye û wiha got: “Bêdengî, şirîkbûna zilmê ye.”    Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û 2 kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin kuştin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Ji bo girtin û darizandina kujeran, di 9’ê adara 2021’an de li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar, li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kir. Çalakî di roja 389’an de jî berdewam kir. Emîne û Ferît Şenyaşar di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê hatin ber deriyê Edliyeya Rihayê. Çalakî li “Quncikê edaletê ya malbata Şenyaşar” hat destpêkirin û ev pankart hate hilayîstin: “Hevjîn û du kurên min li nexweşxaneyê hatin qetilkirin! Lê yek kes jî nehat girtin! Kurê min bi fermana serdestan ev 4 sal in di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Dixwazim ku di zûtirin dem de kurê min were berdan. Edalet ji bo malbata Şenyaşar û hemû kesî.”    ‘EM EDALETÊ DIXWAZIN’   Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî hesabên waliyê Rihayê Abdullah Erîn, Serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan û Wezîrê Edaletê Bekir Bozdag etîket kir û ev peyam parve kir: “Ya ku pîroz, jiyîn nîne. Ji bo jiyaneke birûmet û adilane em edaletê dixwazin. Bêdengî, şirîkbûna zilmê ye.”