Tirkiyê li Tirbêspiyê êrişî wesayitekê kir 2022-04-01 12:04:10 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirbêspiyê ya Rojava wesayitek dema ku li ser rêya M4'ê diçû, rastî êrişa SÎHA ya Tirkiyê hat.    Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin, li ser rêya M4'ê ya li pêşberî gundê Til Berhamê ya li başûrê Tirbêspiyê wesatiya bi modêla Hyundai H1 dema ku bi rê de diçû, rastî êrişa SÎHA ya Tirkiyê hat.