Dîsa cezayê qedexeya hevdîtinê dan Ocalan 2022-04-01 12:35:56   STENBOL - Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo ku miwekîlên wan bi malbatên xwe re hevdîtinê bikin, serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dabûn. Serlêdana parêzeran bi hinceta ku dîsa cezayê qedexeya hevdîtinê ya bo 3 mehan li Ocalan hatiye birîn, hate redkirin.    Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi mebesta hevdîtina bi miwekîlên xwe Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan ku di tecrîdeke giran de tê ragirtin û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş, di 22’yê mijdara sala 2021’an de bi daxwaza “hevdîtina lezgîn” serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dabûn. Dadgeriyê di heman rojê de bersiva parêzeran dabû û derketibû holê ku du cezayên din ên qedexeya hevdîtinê li Ocalan hatine birîn. Dadgeriya Înfazê ya Bursayê ku serlêdana parêzeran red kiribû, sedema biryara xwe jî weke qedexeya hevdîtinê ya ji bo 6 mehan ku di 12’ê cotmehê de hatibû dayîn nîşan da. Dadgeriyê, sedema redkirina serlêdana ji bo hevdîtina bi malbatan re jî biryara Serokatiya Lijneya Disiplînê ya Midûriyeta Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê ya qedexeya hevdîtinê ya ji bo 3 mehan nîşan da.    PARÊZERAN DÎSA SERLÊDAN KIR   Qedexeya hevdîtinê ya bi Ocalan re di halê hazir de diviya bû di 18’ê mijdara sala 2021’an de bi dawî bûbûya. Lê Serdozgeriya Komarê ya Bursayê bersiva serlêdana parêzeran neda. Li ser vê yekê, parêzeran vêcarê di 28’ê adarê de serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dan. Di serlêdanê de parêzeran xwest ku hemû astengiyên derhiqûqî yên li pêşiya hevdîtina malbatan a bi xizmên xwe re bên rakirin û hevdîtin bên kirin.   CEZAYEKE DISIPLÎNÊ YÊ NÛ    Dadgeriyê di 29’ê adarê de bersiva parêzeran da û serlêdan red kir. Dadgeriyê di bersiva xwe de destnîşan kir ku cezayekî disiplînê yê nû li Ocalan hatiye birîn û lewma jî serlêdan red kiriye.    SEDEMA REDKIRINÊ CEZAYÊ DISIPLÎNÊ YÊ 3 MEHAN E   Di biryara xwe de dadgeriyê wiha got: “Serokatiya Lijneya Disiplînê ya Îmraliyê di 3’yê sibata 2022’yan de ji bo hemû girtiyan, 3 mehan cezayê qedexeya hevdîtinê da ye. Ev ceza di 21’ê sibatê de jî teqez bûye. Lewma daxwaza hemû serlêderan hatiye redkirin.”    CARA 10’EMÎN E TÊ REDKIRIN    Bi redkirina serlêdanê re, ji sala 2018’an heta niha ev bû cara 10’emîn ku bi hinceta cezayên disiplînê daxwaza hevdîtinê ya malbatan tê redkirin.    ÎTÎRAZ RED KIRIN   Ji ber cezayên disiplînê û biryara Dadgeriya Înfazê ya Bursayê, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê îtîraz kir.    MA / Ferhat Çelîk