Ji ber twîta 9 sal berê xwest doz li Demîrtaş bê vekirin 2022-04-01 15:59:44   ENQERE -  Bi sedema twîteke ku 9 sal berê hatiye parvekirin, dozger xwest derheqê Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş de doz bê vekirin.    Dozger Ahmet Altun ku îdianameya Doza Kobanê amade kiriye, derheqê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş de îdianameyeke din çêkir. Di îdianameya ku di 23’yê adara 2022’yan de pêşkeşî 17’êmîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hatiye kirin de Demîrtaş bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” tê sûcdarkirin.    TWÎTA 9 SAL BERÊ NÛ DÎTIN    Di îdianameyê de tevî fezleke û lêpirsînan, her wiha dîroka PKK û KCK’ê jî bi berfirehî hatiye vegotin. Îdianame ji 28 rûpelan pêk tê û twîteke Demîrtaş a di sala 2013’an de jî weke sûc hate destnîşankirin. Têkildarî îdiaya sûc de wiha tê gotin: “Piştî îxbara di (…)’an de, di girteka hêzên ewlekariyê ya di 9’ê kanûna 2021’an de ku di 13’ê îlona 2021’an de bi Rapora Lêkolînê ya Midûriyeta Şaxa Têkoşîna li Dijî Sûcên Sîberê de jî hatiye piştrastkirin, li ser hesaba ‘Selahattîn Demîrtaş’ (Tîk a şîn/bi rozeta pesendkirî) ya bi navnîşana Url’ê ya twitter.com/hdpdemirtas, di 16’ê mijdara sala 2013’an de twîteke wek ‘Bijî Serok Apo’ hatiye parvekirin...)”    Dozgeriyê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” ji bo Demîrtaş ji salekî heta 5 salan cezayê girtîgehê xwest. Hat zanîn ku îdianame hêj ji hêla Dadgeha Cezayên Giran ve nehatiye qebûlkirin.