Darazê ji bo gotina 'duzimanî dê bibe sedema perçebûnê' got ne sûc e 2022-04-02 09:14:16 AMED - Serokê TBB'ê yê berê Metîn Feyzîoglû ji bo kurdî gotibû "duzimanî dê bibe sedema perçebûnê". Ji ber vê giliyê Feyzîoglû hatibû kirin. Lêpirsîn bi biryara neşopandinê bi dawî bû.  Serokê Baroyên Tirkiyeyê (TBB) ê berê Metîn Feyzîoglû, di bernameyeke televîzyonê de têkildarî kurdî gotibû "di warê fermî de duzimanî dê bibe sedema perçebûnê". Ji ber vê giliyê wî hatibû kirin. Lêpirsîna hatibû destpêkirin bi biryara neşopandinê bi dawî bû.   Feyzîoglû di 2'yê Cotmeha 2021'ê de hatibû Amedê û di qenaleke televîzyonê ya herêmî de gotibû: "Di warê fermî de duzimanî dê bibe sedema perçebûnê."    Piştî vê Hevserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasan a Ji bo Azadiyê (OHD) Parêzer Bunyamîn Şeker, bi hinceta binpêkirina "qedexeya cihêkariyê" li Serdozgeriya Komarê ya Amedê giliyê Feyzîoglû kiribû.    Dozger bi hinceta ku "li holê di warê hiqûqa ceza de tu sûcek an jî unsûreke sûc tune ye" biryara neşopandinê da.    MA / Omer Çelîk