Lêpirsîneke 13 salan: Wezaret û walîtî lîsteya personelan naşîne 2022-04-02 09:14:20 RIHA - Mûstafa Dag, di 4'ê Nîsana 2009'an de, di meşa Amarayê de bi guleya dewletê jiyana xwe ji dest dabû. Sedat Gozkiran, parêzerê malbata Dag, diyar kir ku piştî 6 salan di lêpirsînê de muzakere hatiye nivîsandin û wezaretê tenê lîsteya personelên li Hewagê û walîtiyê jî tenê lîsteya sala 2014'an şandiye.  Di 4'ê Nîsana 2009'an de bi hezaran kes ji bo rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz bikin meşa "rêwîtiya ber bi rojê ve" li dar xistibûn. 10 hezar kesên tevli meşê bûbûn, berê xwe dabûn Amarayê. Girse berî bigihê Amarayê bi 20 kîlometreyî ji aliyê polîs û eskeran ve hatibû astengkirin. Piştî ku girseyê barîkat rûxandibûn, polîs û eskeran jî bi çekan êriş biribûn ser wê. Di van êrişan de bi dehan kes birîndar bûbûn û xwendekarê Zanîngeha Dîcleyê Mahsûm Karaoglan ê 23 salî û karkerê înşeatê yê pirsûsî Mûstafa Dag bi bombeyên gazê jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî mirina Karaoglan û Dag Dozgeriya Komarê ya Bêrecûkê lêpirsîn dabû destpêkirin. 13 sal di ser bûyerê re derbas bûne lê hê jî lêpirsîn wekî xwe yê berê ye û bi biryara "veşarî" tê astengkirin. Ji ber vê malbata Dag û Karaoglan, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dabûn.    Parêzerê dozê Sedat Gozkiran, têkildarî dosyeya lêpirsînê û bêcezatiyê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.    TU TIŞT NEHATIYE KIRIN   Gozkiran, diyar kir ku di 4'ê Nîsana 2009'an de mirov ji bo mafên xwe yên demokratîk li hev kom bûne û Mûstafa Dag û Mahsûm Karaogaln ji aliyê "hêzên ewlehiyê" yên dewletê ve hatine kuştin. Gozkiran, bilêv kir ku piştî bûyerê ew parêzerên malbatan giliyê berpirsan kiriye û got: "Me xwest lîsteya personelên li wê herêmê çek şixulandine bê amadekirin û îfadeyên wan bên wergirtin. Me xwest dîmen û qeyd daxilî nava dosyeyê bên kirin. Ji sala 2009'an heya 2015'an ji aliyê dozgeriyê ve tu tişt nehat kirin. Daxwazên me nehatin nirxandin. Me gelek caran daxwazên xwe dubare kirin. Dozger di 6 salan de tenê tiştek kir; du mehan carekê nivîs ji Qereqola Cendirmeyan a Xelfetiyê re nivîsî, ji bo dîtina kiryarên bûyerê. Qereqola Cendirmeyan jî du mehan carekê bi awayekî komîk got, 'li Xelfetî û derdora wê kiryarên bûyerê nehatine dîtin.' Lêpirsîn heya sala 2015'an wisa dewam kir."    PIŞTÎ 6 SALAN MUZAKERE    Gozkiran, anî ziman ku Serdozgeriya Komarê ya Bêrecûkê ji ber daxwazên parêzeran piştî 6 salan dest bi berhevkirina delîlan kiriye û ji Wezareta Karên Navxweyî, Walîtiya Rihayê û ji ajansên wê demê Ajansa Nûçeyan a Doganê (DHA) re muzakere nivîsîne. Gozkiran, da zanîn ku dozgeriyê di muzakereyê de ji DHA'yê dîmenên wê demê, ji Wezareta Karên Navxweyî û Walîtiya Rihayê jî lîsteya personelên wê demê xwestiye. Gozkiran got: "Lê her sêyan jî bersiv neda. Dozger 3 caran muzakere ji wan re şandine û di ya sisêyan de bersiv hatiye. Wezareta Karên Navxweyî tenê lîsteya personelên Hewegê şandiye, lê diyar kiriye ku lîsteya personelên ji Amed, Mêrdîn û Qoserê tevlê bûne jî tune ye. Lîsteya perosnelên bombe avêtine neşandiye. Hê jî ev dosye daxilî nav lîsteyê nehatine kirin. Walîtiya Rihayê jî bi awayekî komîk, çûye lîsteya personelên 2014'an şandiye. Ji bo rastî derkeve holê heya niha tu tişt nehatiye kirin. Dozger ji bo dîtina kiryaran nivîsê ji qereqola cendirmeyan re dişîne, lê qereqol tim heman bersivê dide."    ‘BILA HER KES DAXILÎ NAV DOSYEYÊ BIBE'   Gozkiran, destnîşan kir ku sedema sekinandina dosyeyê ew e ku dosye têkeve ber demboriyê û got: "Ya hatiye kirin binpêkirina mafan û azadiya rêxistinbûyînê ye. Baro û rêxistinên hiqûqê yên ji bo vê têdikoşin hene. Ev sazî divê bi awayekî daxilî nava dosyeyê bibin û ji bo dîtina kiryaran gavina bavêjin. Banga me ji bo her kesî ye ku daxilî nava dosyeyê bibin."    Gozkiran, anî ziman ku di 29'ê Adara 2022'yan de cardin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bêrecûkê daye û got: "Me xwest îfadea personelên wê rojê li wir bûn bê girtin. Berpirsê mirina van kesan dewlet e.Azadiya rêxistinbûyînê ya mirovan heye û di vir de peywira dewletê jî parastina vê ye. Ev li Tirkiyeyeke demokratîk pêkan e. 4'ê Nîsanê nêz dibe, Qanûna Bingehîn pir aşkere ye; 'Mirov bêyî destûr dikairn kom bibin û xwepêşandanan li dar bixin.' A ku vê dibêje Qanûna Bingehîn e. Peywira dewletê jî ew e ku li gor Qanûna Bingehîn tevbigere."    MA / Emrûllah Acar