'Em ê pênûsa Evîn Bûldan û xeyalên wê li erdê nehêlin' 2022-04-02 10:33:34   AMED - Hevalên xebatê yên rojnamevan Evîn Bûldan a ku 5 sal berê ji ber krîza dil koça dawî kir wê bibîr anîn û diyar kirin ku Evîn tu carî li ber neheqiyan serî netewand û dê têkoşîna wê li erdê nehêlin.    Rojnamevan Evîn Bûldan ku li rojnameya Azadiya Welat û Rojeva Medya edîtoriyê dikir, di 2’yê nîsana 2017’an de ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest dabû. Hevalên Evînê yên xebatê wê di salvegera koça dawî de bi bîr anîn û diyar kirin ku dê xeyal û pênûsa wê li erdê nehêlin.    Bûldan ji Wargeha Mexmûrê ya başûrê Kurdistanê ku bi hezaran welatiyên bakurê Kurdistanê ji zilma Tirkiyê lê bi cih bûne, di sala 2011’an de berê xwe da Amedê û li Azadiya Welat dest bi rojnamevaniya kurdî kir.    Buldan ji 2011’an heta nîsana 2017’an li rojnameya Azadiya Welat û Rojeva Medya ku bi KHK’ê hatin girtin nûçegihanî û edîtoriyê kir. Kedeke mezin da rojnamegeriya kurdî. Piştî ku Azadiya Welat bi KHK’ê hat girtin di rojnameya Rojeva Medya de meşa xwe rojnamegeriyê domand. Bûldan roja 2’ê nîsana 2017’an di 27 saliya xwe de bêyî ku xeyalên xwe yên rojnamegeriyê bibe serî krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.      KOÇBERÎ Û VEGERA WÊ YA BAKÛR    Bûldan di nav malbateke welatparêz û êvîndarê Tevgera Azadiyê ya Kurd de mezin bû. Malbat ji ber evîndariya xwe ya Tevgera Azadiyê gelek bedel dan û herî dawî di salên 1990’î de ji ber zor û zextên Tirkiyê neçar ma ku av û axa xwe terk bike û koçberî başûrê Kurdistanê bibe. Malbat piştî derbasî başûrê Kurdistanê bû, jî rastî gelek zor û zehmetiyan tê û bi salan li wargehên cuda yên penaberan digerin. Herî dawî li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi cih dibe. Buldan di vê pêvajoyê de zarok e û şahidiya gelek zor û zehmetiyan dike. Bûldan piştî ku di zarokatiya xwe de gelek rojên tî û birçî derbas kir, bi sedan kul û derdan û êş û azaran bi malbata xwe re li Wergeha Mexmûrê bi cih bû. Zarokatiya xwe li vir derbas dike. Li Wargehê dest bi dibistana seretayî dike û dibistana navîn û lîseyê jî li vir diqedîne. Piştî temamkirina lîseyê derbasî Hewlerê dibe û Beşa Ragihandinê ya Zanîngeha Selehadînê dixwîne û temam dike.    ‘BI PÊNÛSA XWE HEYFA XWE JI ZILMÊ DISTEND'    Ji edîtorên rojnameya Xwebûnê Rizoyê Xerzî ku ew û Evînê gelek salan di rojnameya Azadiya Welat de bi hev re xebitîn diyar kir ku ew hêj ji bo koçkirina Evînê xemgîn in û ji bo rojnamevaniya kurdî windahyek mezin bû. Xerzî da zanîn ku Evînê gelek ji pîşeya xwe hez dikir û bi evîndarî rojnamevaniyê dikir û got: “Ew hêj zarok bûye li gel malbata xwe koçber bûne. Bi rojnamevaniya xwe heyfa xwe ji wê zilm û zordariya hatiye serê wan sitend. Bi pênûs, makîne û nûçeyên xwe kedek mezin da. Hevalek pir fedakar bû. Lê di temenek biçûk û zû de ji nava me bar kir. Em ê li ser xeyal, daxwaz û têkoşîna Evînê rojnamevaniyê bidomînin. Em wê bi hezkirin bi bîr tînin.”    Rizoyê Xerzî di dawiya axaftina xwe de helbestek ji bo Evînê nivîsandiye xwend.    'GIRÊDAYÎ ÇAND Û ZIMANÊ XWE BÛ'    Edîtora Jinnewsê Munevver Karademîr jî bi bîr xist ku ew û Evîn 6 sal bi hev re xebitî ne û ew carek din wê bi rêzdarî û hezkirinek mezin bi bîr tîne û ew wek xwişkên hev bûne. Karademîr diyar kir ku Evîn hevalek wan pir bikelecan û dihat hezkirin bû û wan li Azadiya Welat hev nas kiriye û got: “Ew zarokek ku li ser axa xwe hatibû sirgûnkirin bû. Lê paşde vegeriya ser axa xwe. Girêdayî çand û zimanê xwe bû. Têkoşîna wê bi nirx bû. Her kesî pir jê hez dikir. Xebata li gel wê gelek xweş bû. Xwe di rojnamevaniya kurdî de zû li pêş xist. Ji bo azadiyê têdikoşiya. Ji bo jinên kurd têdikoşiya. Em ê her tim xwedî li wê û têkoşîn û xeyalên wê derkevin. Em ê têkoşîna wê nedin jibîrkirin.”     'ROJNAMEVANIYA AZADIYA GELÊ KURD DIKIR'    Edîtorê rojnameya Xwebûnê Zeynel Bulut jî anî zimna ku ew Evîn Bûldan di rojnameya Azadiya Welat de 5 salan bi hev re xebitî ne û wiha got: “Di xebatê de me hêz jê digirt. Her tim çalak û bi tevger bû. Bi kelecan û enerjî bû. Pir ji xebatê hez dikir. Wê û malbata xwe bi salan ji ber dewletê bi zilmê re rûbirû mabûn. Dixwest bi rojnamevaniya xwe bersiva zilma dewletê bide. Tu demê neheqî û zilmê qebûl nedikir. Bi nûçeyên xwe dibû dengê azadiya gelê kurd. Hevalek gelek jîr û serkeftî bû. Em ê nehêlin ku têkoşîn û pênûsa Evîn û her wiha Apê Mûsa, Gurbetellî û hemû hevalên din li herdê bimîne. Em ê xeyalên wan bicih bînin.”    MA / Eylem Akdag