Rewşa 3 rojnamevanên girtî giran e: Divê demildest bên berdan 2022-04-02 10:34:14   AMED - Hevserokê DFG’ê Serdar Altan bal kişand ku rewşa 3 rojnamevanên girtî giran e û wiha bang kir: “Ji bo ku di şert û mercên baş de werin dermankirin divê demildest bên berdan.”   Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di girtîgehan de 605 jê giran hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Li gorî Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) ya Marmarayê jî ji wan nexweşan 68 jê giran in. Li gorî rapora Cîgira Serokê Giştî yê CHP’ê Gulîzar Bîçer a di 28’ê Kanûna 2021’an de aşkera kir jî di 5 salên dawî de 100 girtiyên tevî nexweşiyên xwe ve nehatin berdan jiyana xwe ji dest dan û 91 girtî jî ji ber şertên giran ber bi întîharê ve hatine dehfdan. Li gorî daneyên HDP’ê di 21’ê Sibatê de parvekirin jî di 5 salên dawî de 89 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane. Raporên ku hatine aşkera kirin rewşa girtîgehan radixe li ber çavan û her roj di girtîgehan de mirineke din çêdibe. Piştî raporan jî herî kêm cenazeyê 8 girtiyan ji girtîgehan derket. Mirinên li girtîgehan û daneyên li ser girtiyên nexweş ji parvenekirina daneyan a hikumetê pêk tê. Desthilat şûna li nexweşxaneyên baş raporan esas bigire, raporên Saziya Tiba Edlî (ATK) ku zanîstî û bêalîbûna wê ji aliyê derdora tipe yên serbixwe ve biguman tê pêşwazîkirin esas digire.    ROJNAMEVANÊN NEXWEŞ ÊN GIRTΠ   Desthilat helwesta xwe têkildarî rojnamevanên nexweş de jî didomîne. Rayedarên desthilatê di her daxuyaniya xwe de îdia dike ku tu rojnamevan di girtîgehê de nînin û rojnamevanên girtî jî weke “endamên rêxistinê” îlan dike. Lê daneyên ku rêxistinên rojnamevanan aşkere dikin, desthilatê derewînin. Li gorî Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) di girtîgehan de 63 rojnamevan tên ragirtin. Ji van rojnamevanan jî 3 jê nexweş in.    DEVRÎM AYIK    Yek ji rojnamevanên ku DFG’ê di nava rojnamevanên nexweş ên girtî de nîşan dide xebatkarê Kovara Gelê Azad Devrîm Ayik e. Ayik ê ku di nava lîsteya ÎHD’ê ya ji 38 kesan pêk tê ya “divê demildest bên berdan” nexweşê penceşêra kolonê ye. Rapora ayik a ji sedî astengdar e heye, çavekî wî bi temamî çavê din jî ji sedî 30 nabîne.  Girtiyê nexweş ê giran Ayik ku di sala 2015'an de bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin û niha li Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê tê ragirtin, ji ber nexweşiya xwe di Cotmeha 2019’an de bê tedawîkirin hat berdan. Dema dermankirina Ayik berdewam dikir, di 4’ê Kanûnê de careke din hat girtin. Ayik li ser nexweşiya wî lê pîr bû di 17’ê Adara 2020’an de careke din hate berdan. Lê beyî ku dermankirina wî temam bibe dîsa di Çileya 2021’an de careke din hate girtin û birin Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê.    Derbarê Ayik ê roj bi roj nexweşiya wî lê pîr dibe de tu hikum nehatiye dayîn. Ayik wê di 8’ê Nîsanê de careke din li Dadgeha 2’yemîn a Cezayê Giran a Îzmîrê derkeve pêşberî dadgehê.    FERHAT ÇÎFTÇÎ   Rojnamevanekî din ê nexweş ê girtî jî Nûnerê rojnameya kurdî Azadiya Welat a bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hatiye girtin ê Dîlokê Ferhat Çîftçî ye. Çîftçî di 16’ê Sibata 2011’an de bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” hate girtin. Dadgeha 6’emîn a Cezayê Giran 19 sal û 8 meh li Çîftçî birî. Çîftçî yê sirgûnî li girtîgehên cuda hate kirin niha li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê de tê ragirtin. Çîftçî yê ku demekî dirêj nikarîn teşhîsê danîn ser nexweşiya wî heta ku pêvajoya teşhîs û dermankirina wî dest pê kir, hate asta ku nikare pêdiviyên xwe tena serê xwe pêşwazî bike.    Çîftçî yê teşhîsa nexweşiya İnflamatuar Demiyelinizan Polinoropati a Kronîk (CIDP) ku fîzîknasê navdar Stephen Hawkîng jî pê ketibû û ji 100 hezaran di navbera 1 û 8 kes pê dikevin danîn ser, di serî de bi awayekî erênî bersiv da dermankirinê. Çîftçî yê hate asta ku dikarî bi tena serê xwe pêdiviyên xwe pêşwazî bike, ji ber vîrûsa koronayê dermankirina wî di nivî de ma û rewşa wî dîsa xerab bû. Çîftçî yê di lîsteya nexweşan a ÎHD’ê de jî cih digire, 10 sal in di girtîgehê de ye. Ji dema berdana Çîftçî re 3 sal û 7 meh mane.    Çîftçî di nameya xwe ya di 20’ê Sibatê de ji DFG’ê re şandibû de têkildarî nexweşiya xwe wiha gotibû: “Di şertên girtîgehê de nexweşî zehmettir dibin. Koronayê şert zehmetîtir kirin. Derfetên ku bisînor bûn, bi sînortir kirin. Her sê mehan careke diçim mûayene dibin. Lê derfet nîne ku dema em dixwazin an jî pêdivî çêdibe xwe bigihînin bijîşk. Mehên ewil rewşa min baş bibe jî herî dawî dîsa ber bi nebaşiyê ve diçe. Di demekî nêzîk de dîsa ez ê mûayane bim. Ka em binêrin dê çi derkeve.”   ZIYA ATAMAN   Yek rojnamevanê din ê nexweş jî Ziya Ataman e. Ataman dema nûçegihanê stajyer yê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de hatibû girtin bû bi îdiayên “agahiyên dewletê ji hin deren din re biriye” û “kesekî ku ji rêxistinê reviyaye girtiye û radestî rêxistinê kiriye” di 11’ê Nîsana 2016’an de hatibû girtin, bi îfadeya xizmê xwe Kadîr Ataman hate darizandin. Derbarê Ataman de bi hêceta ku tevlî çalakiya PKK'ê ya Elkê bûye û hewl daye Qeymeqamê Elkê Kadîr Guntepe yê ku ji FETO'yê hatibû girtin bikuje îdianame hate amadekirin. Xizmê Ataman, Kadîr Ataman her çiqas ji dadgehê re bibêje ku dema binçavan de bi îşkence û gefxwarinê îfade dane jî Dadgeha 1’emîn a Cezayê Giran a Şirnexê di danişîna 24’ê Cotmehê hatibû dîtin de bi îdiaya endamtiya rêxistinê 14 sal û 3 meh cezayê hefsê lê hate birîn. Pêvajoya Ataman ê niha li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê dimîne berdewam dike.    Nexweşiya Ataman ku dema negirtî bû destpê kir di asta dermankirinê de bû lê li girtîgehê ji kontrolê derket. Ataman ê ji roviyên xwe nexweş e, piştî ku di girtîgehê de bi koronayê ket nexweşiya wî girantir bû. Ataman têkildarî tenduristiya xwe bi nameyekê dane û agahî ji Pisporê Nexweşiyên Hundirîn Dr Cornelia Rohr re parve kiribûn. Dr. Cornelia Rohr ev tespît kiribû: “Di nameya ku Ziya ji min re şand de nîşaneyên ku wî behskirine xetereya jiyanî dide nîşandan. Ji ber vê yekê divê demildest bê berdan û dermankirina wî li cihekî hijyenîk bê kirin. Heke dê nexweşiya Ziya zêdetir belav bibe û ev jî rîska ku ev şewb li girtiyên din belav bibe derdixîne holê.”   BIRÎNA NAYÊ KEWANDIN   Hevserokê DFG’ê Serdar Altan ê rewşa rojnamevanên nexweş nirxand, bi lêv kir ku rewşa girtîgehan “birîneke nayê kewandin e” û wiha got: “Pirsgirêka sereke rewşa girtiyên nexweş e. Dema mirov li rewşa wan dinêre divê demildest bên berdan. Lê hema bêje her roj di girtîgehan de cenaze derdikevin. Di nava van girtiyên nexweş de rojnamevan jî hene. Li gorî rapora me hêj 63 rojnamevanên girtî hene. Di nava van de yên ku me tespît kirin û em bêjin nexweş in 3 hevalên me hene.”   ‘DIVÊ BÊN BERDAN’   Altan, da zanîn ku hin nexweşiyên rojnamevanên girtî yên din jî hene û wiha axivî: “Polîtîkayeke cidî bi ser girtiyên nexweşên giran ku bûne prisgirêka welat tê birêvebirin. Hema bêje terkî mirinê hatine kirin. Hevalên me yên rojnamevan jî ji vê nesîbê xwe digirin. Ev yek bandorê hem li wan hem li malbatên wan dike. Ev yek nayê qebûl kirin. Divê hemû rojnamevan bên berdan. Lê hevalên me yên rewşên wan giran in divê demildest bên berdan. Ji bo ku di şert û mercên baş de werin dermankirin divê bên berdan.”