Têkildarî kuştina Mehmet Aslan gilî hatkirin 2022-04-02 11:29:18   RIHA - Li Rihayê Mehmet Aslan piştî kuştina 2 polîsan di operasyona polîsan de jiyana xwe ji dest dabû. Parêzer Gokhan Dayik bi gumana Aslan “bêyî ku bê darizandin hatiye kuştin” gilî kir.    Di 9’ê Adarê de li ser Cadeya Mevlana ya navçeya Halîliye ya Rihayê 2 polîs ji aliyê Mehmet Aslan (42) ê polîsan xwest wesayîta wî bisekinin ve hatibûn birîndarkirin. Polîsên bi navê Cemal Bozkûrt (32) û Abdûllah Yasîr Bînîcî (30) ku rakiribûn nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabûn. Ji bo ku Mehmet Aslan ê ji cihê bûyerê reviyabû were girtin, polîsên tîmên taybet piştî rojekê li gundê Kaynakli yê li ser rêya Riha û Mêrdînê operasyonek dabûn destpêkirin û di operasyonê de Aslan jiyana xwe ji dest dabû.    Nûçeya mirina Aslan bi serenavê “Bersûcê di qewarê de xwe veşartibû di pevçûnê de hat kuştin”di çapemeniyê de hat serwîskirin. Di wêneyên hatibûn kişandin de şopên lêdanê xuya dikirin. Dîsa di wêneyan de hin kesên bi çekên lûle dirêj li ser serê cenazeyê wî disekinîn jî dihat dîtin. Di dîmênên ku ketibûn medya dîjîtal û hatibû diyarkirin piştî kuştina Mehmet Aslan hatine kişandin de dihat dîtin ku polîs Aslan ê bê liv û tevger li erdê dirêjkirine û didin ber pêhnan.    Parêzer Gokhan Dayik li ser van dîmenan bi daxwaza ku peywîrdarên cemaweriyê yên mafê jiyanê binpêkirine, qebûl kirine û pê dane kirin bên tespîtkirin, lêpirsînên pêwîst bên destpêkirin û doza ceza bê vekirin bi daxwaznameyekê serî li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê da û gilî kir.    ‘SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ HATIYE KIRINE’   Dayik, diyar kir ku dîmenên di medya dîjîtal de hatine belavkirin gumana înfazkirinê zêde kiriye û wiha got: “Sûcê kes, nêrîna wî çi bibe bila bibe di dewleta hiqûqê de înfaza ku bêyî darizandinê qet nayê qebûlkirin. Ev rewş sûcê li dijî mirovahiyê hatiye kirine û li dijî temamî civakê gefek e.”   Dayik di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Divê qeydên bêtêlên polîsan ên di navbera 9 û 10’ê Adarê de bên xwestin. Ez dixwazim ku peywîrdarên cemaweriyê yên mafê jiyanê binpêkirine, qebûl kirine û pê dane kirin bên tespîtkirin, lêpirsînên pêwîst bên destpêkirin û doza ceza bê vekirin.”